Yekîtiya Jinên Suryan 4’emîn konferansa xwe lidar xist
Jinên beşdarî Konferansa Çaremîn a Yekitiya Jinên Suryan bûn, diyar kirin ku azadiya jinan bi hevgirtina hemû jinên cîhanê ve bêyî qîmeta ol û baweriyê girêdayî ye û diyar kirin ku ew ê ji bo xwe bigihînin azadiyê bi pêş ve biçin.
Qamişlo – Bi Şoreşa Jinê ya 19’ê Tirmehê re jinên ji pêkhateyên cûda yên Bakûr û Rojhilatê Sûrî rêxistinbûna xwe ava dikin û bi avakirina rêxistinbûna xwe re yekîtiya xwe ya jinan radigihînin. Li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Jinên Suryan di bin diruşmeya “Wekheviya mirovahî di navbera zayendan de” 4’emîn konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de nêzî 250 delegeyên Yekîtiya Jinên Suryan beşdar bûn, her wiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistinên Civaka Sivîl amade bûn.
Dê jin bi hev re destkeftiyên Şoreşa Jinê biparêzin
Di çarçoveya konferansê de Rêvebera Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Metlê ya ji ajansa me re axivî da zanîn ku bi vê konferansê re jinên ku bi hev re Şoreşa Jinê ava kirine bi bawerî û dilpakî beşdarî hemu qadên têkoşînê bûne û wiha got; “Jinên Suryanî ji aliyê xwe ve di civînên navneteweyî de cih girtin û weke jinên pêkhateyên din di avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji şaneya herî biçûk a Komîn heta şaneya herî mezin, xwedî rol bûn. A herî girîng jî ew e ku em bikaribin bi hev re jib o avakirina jiyaneke azad ku layiqê jinan bixebitin û têbikoşin.”
Îlham Metlê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hewldana wan a sereke avakirina yekîtiya di navbera hemu jinan de ye û got ku, “Jina Suryan dê li gel jinên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên şoreşê biparêze û ber bi azadiyê ve dimeşe.”
‘Jin bi rêxistinkirina xwe re karîbû şoreşa xwe ava bike’
Ji aliyê xwe ve Rêvebera Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Omer a diyar kir ku li her derê pirsgirêka jinê yek e, bibîrxist ku bêyî mîsgerkirina azadiya hemu jinan bidestxistina serkeftinê ne gengaz e û got; “Li ser esasê ku azadiya jinê bi azadiya civakan ve girêdayî ye, jinan karî xwe li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê birêxistin bikin û ev e ya ku şoreşa jinê ji hemû şoreşên ku di dîrokê de pêk hatine cuda dike.”
Edalet Omer a got “Dema em vedigerin dîrokê em dibînin ku jin yekem pêşengiya hemû şoreşan kir” wiha axaftina xwe domand; “Lê her carê negihişt armanca xwe ya sereke ku azadiya hemû jinan e, ji ber ku nekarîn xwe li ser esasê şoreşê ava bikin û birêxistin bikin, ji ber vê yekê her tim ji aliyê civakê ve hatin dûrxistin.”
‘Naskirina xwe û dîroka xwe bingeha serkeftinê ye’
Ji aliyê din ve Edalet Omer a wele delege beşdarî konferansê bûbû bal kişand ser wê yekê ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizanin ku ger negihêjin azadiya hemû jinan, bêyî yekitiya hemû jinan bi ser nakevin û li ser vê esasê xebatên xwe dane meşandin.
Edalet Omer a da zanîn ku jinên Suryan bi Şoreşê re karî xwe bipêş bixe û bi hemu pêkhateyan re ber bi azadiyê ve bimeşê, wiha pêl da axaftinên xwe; “Divê em zêdetir bixebitin ku xwe û rastiya xwe nas bikin û li hember zihniyeta zilamsalar a otorîter a ku bi hezaran salan jin kêm kiriye, rawestin. Bêyî zanîna dîroka xwe û rastiya xwe em bi ser nakevin û pêwîste em weke jin li ber xwe bidin. Ji hemû pîlan û pêkanînên ku hewl didin jinan tasfiye bikin, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li tevahî cîhanê.”