‘Vîna me ji êrîşên dagirkeran mezintir e’

Duh balafirek bê mirov û bi çek a artêşa Tirk a dagirker nêzî seytereya Cidalê ya Şengalê êrîşeke hewayî li hember seyareyeke sivîlan pêk anî. Li hemberî êrîşê Tevegera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan daxuyaniyek da.

Şengal-Doh di demjimêrên Nivro de Balefirek bê mirov û bi çek ya artêşa Tirk a dagirker nêzî seytereya cidalê ya şengalê êrişeke  hewayî li hember seyareyeke medeî pêk anî. Li hemberî êrişê Tevegera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê li Şehîtgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de TAJÊ diyar kir ku civaka Êzidî dê her dem têkoşîna xwe ya ji bo parastina nirxan berdewam bikin û heya dawî xwedî li axa xwe derkevin.

‘Bi DAIŞ’ê nikaribûn me tune bikin niha dixwazin bi êrîşan wê yekê bikin’

Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê dayê Niam Ilyas ve hate xwendin êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û wiha got: “Em jinên Êzidî weke jinên ku heya roja îro ferman li ser wan hene, îro li goristana şehîdên xwe kom bûne. Em weke jinên Êzidî êrîşên dijminên xwe yên ku nekaribûn bi çeteyên DAIŞ’ê me tune bikin, ji bo wê her roj bi balafiran dixwazin me tune bikin şermezar dikin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de cîhanê çavên xwe ji dijminên me re girt û fermana li serê me hat rakirin ji nedîtî ve hat. Îro jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker xwe bêdeng dike û ji nedîtî ve tê. Lê weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) weke dayikên Şengalê li hemberî tevahî êrîşan me li ber xwe da em ê li ber xwe bidin ji ber ku vîna me ji tevahî êrîşên wan mezintir e. Îro hikumeta nû ya Iraqê hat avakirin ji bo wê îro careke din dewleta Tirk a dagirker êrîşê me kir.”

Em koletiyê li ser xwe û civaka xwe qebul nakin’

Ew çi dikin bila bikin em dev ji axa Şengalê bernadin. Ger jinek tenê jî mabe em ê dev ji warê xwe bernedin. Em jinên Şengalê êdî ne jinên berê ne em koletiyê bi tu awayî li ser xwe û civaka xwe qebûl nakin.

Di berdewamiya daxwiyaniyê de jinên Êzidî bêdengiya cihanê û hikumeta Iraqê ya li hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk jî nirxandin û wiha gotin: “Em weke jinên Êzidî bêdengiya hikumeta Iraqê jî şermezar dikin. Dewleta Tirk kengî bixwaze axa me zarokên me tobbaran dike. Ger bixwaze wê çekên kîmyewî jî li hemberî me bi kar bîne. Ji ber ku di encamêde wijdanê cîhanê li hemberî civaka me û gelê Kurd nemaye her wiha hikumeta Iraqê jî bi vê bêdengiya xwe deriyê tevahî êrîşan li dewleta Tirk vedike.”

‘Em li ser soza zarokên xwe ne’

Dayê Niam Ilyas da diyarkirin ku ew weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî çi dibe bila bibe li ser soza zarokên xwe û şehîdên xwe ne û got: “Em ê dev jî çiya û çanda xwe şehîd û destkeftiyên xwe bernedin bila tevahî cîhan û dijminên me bizanibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî li ser navê TAJÊ dayê Niam Ilyas bi van hevokan hatina Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg bi bîr xist û got: “îro Hazim Tehsîn serdana şehîdgeha me kir û di demjimêrên nîvroyê de jî balafirên dewleta Tir li zarokên me dan divê Hazim beg dema ji vir çû qala vê yekê bike divê ew jî li hemberî êrîşên li ser gelê Şengalê xwedî helwest be û parastina civaka Êzidî bike.”

Daxwiyanî bi diruşmên “Bijî berxwedana Şengalê”  “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.