Xizmên Windayan: Divê dewlet ji gelê Kurd lêborînê bixwaze

Xizmên windayan ji bo kesên di Komkujiya Licê de jiyana xwe ji dest dane daxwaza edaletê kirin û xwestin hêzên li pişt bûyerê bên eşkerekirin û gotin ku divê dewlet ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.

Amed – Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 716’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Malbatan bi hilgirtina wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin vê hefteyê 17 kesên di Komkujiya Licê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn û edalet xwestin.

Beriya xwendina serpêhatina qurbaniyên Qetlîama Licê, rêveberê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser girtina Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî û 9 rojnamerên kurd ên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya JINNEWS’ê û got ew van girtinan qebûl nakin. Ercan derbarê girtinan de wiha axivî: “Mamoste Şebnem ji ber ku derheqê çekên kîmyewî de axivî ye wê kirin hedef. Tişta ku gotiye di çarçoveya pisporiya ku dike de gotiye û meseleyê bi pisporî şîrove kiriye. Em dizanin ku têkoşîna mafê mirovaan xebatek bi rîsk e. Faîl kî dibe bila bibe em ê li dijî sûcên mirovahiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em li cem mamoste xwe ne û divê demildest bê berdan. 9 rojnamegerên hatin girtin dide nîşandan ku zextên dewletê li ser çapemeniya azad d içi astê de ne. Em dixwazin ku rojnamegerên hatin girtin tavilê bên berdan.” 

Pişt re rêveberê ÎHD’a Amedê Yusuf Erdogan serpêhatiya qurbaniyên Qetlîama Licê xwend û ji bo qurbaniyan edaletê xwest. 

Li navçeya Licê ya Amedê di sala 1993’yan de ji aliyê leşkeran ve tevahiya navçeyê tê dorpêçkirin û piştre jî tê şewitandin. Di bûyerê de zarokên hê 2 û 4 salî jî di nav de heta kal û pîr tên kuştin. Navên qûrbaniyan wiha ne: “Tulay Canturk (66), Tahîr Kozat (70), Zana Mercan (16), Suna Canturk (4), Dilbirîn Canturk (2,5), Huseyîn Canturk (66), Alî Canpolat (25), Huseyîn Boga (34), Salîh Boga (29) M. Rezzak Yildirim (65) Abdullah Îzgî (40) Mehmet Kaya (32) Mustafa Çakir (40), Zana Çakir (15), Halîl Dogan (70) Îmam Mehdîn Guler (47) û Mamoste Nurettîn Soyer”

Piştî daxuyaniyê deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.