Yekemîn komxebata welatên Ereb ji bo wekheviyê bi dawî bû

Di bin dirûşma "Ji Gotinan ber bi kirinan ve pêkanîna wekhevî û tevlibûnê" komxebata ku hatibû lidarxistin, roja 31’ê Gulanê bi dawî bû.

SURA AL-DOMOUR

Urdun- Karê yekemîn komxebata Erebî ji bo Wekheviyê bi destpêkirina du însiyatîfên ji bo kêmkirina newekheviya zayendî û peydakirina derfetên kar ji ciwan, jin û kesên xwedan hewcedariyên taybet re di beşên cuda de bi dawî bû.

Xala yekem a komxebatê girîngî da ser "Ber bi karekî berfireh ji mêr û jinan re li herêma Ereban.” Beşdaran behsa siyaseta newekheviyê li herêmê kirin û siyasetên bi armanca kêmkirina aliyên wê yên piralî li cîhanê û herêmê gotûbêj kirin. Di dawiya komxebatê de, du însiyatîfên herêmî ji bo çareserkirina newekheviyê hatin destpêkirin.

“Pêvajoya koronayê newekheviyê deşîfre kir”

Di çarçoveya xebatên komxebata Ereb ji bo wekheviya zayendî, rêvebera Koma Dadmendiya Zayendî, Nifûs û Pêşketina Berfereh li ESCWA, Mehrinaz El-Awadî, li ser formên wekheviyê, çi di navbera jin û mêr de, çi di navbera komên civakî yên dewlemend û belengaz û kesên xwedan hewcedariyên taybet de axivî û got ku li gorî lêkolînên ji hêla Neteweyên Yekbûyî û ESCWA ve hatine kirin, newekhevî her ku diçe zêde dibe, nemaze piştî pandemiya koronayê di gelek waran de newekheviya heyî xuyatir û dijwartir bûye.

Mehrinaz El-Awadî diyar kir ku rêxistinê înisyatîfa Jusoor daye destpêkirin ji bo afirandina derfetên kar ji ciwan, jin û kesên astengdar re di beşên cihê de. Çi bi pêşkêşkirina derfetên rahênanê yan jî fêrbûna serpêhatiyên li welatan. Her wiha da zanîn ku rapirsiya ji aliyê "ESCWA" ve hat kirin diyar kir ku geşbîniyek mezin di nava ciwanên herêma Ereban de ji bo wekheviyê heye ji bo destpêkirina însiyatîfên ku dê hişmendiyê li ser girîngiya wekheviya zayendî bilind bikin.

“Komxebat ji bo zêdekirina navgînên hevkariyê derfetan çêdike”

Ji aliyê din ve Seroka Encumena Niştimanî ya Kesên xwedan hewcedariyên taybet a Misrê Dr. Îman Kerîm got ku komxebat mijareke girîng a newekheviyê ji bo komên marjînal an xizan an jî komên ku hewcedariya wan bi piştgiriyê heye hatiye lidarxistin. Îman Kerîm got: “Komxebat derfetek têr peyda dike ji bo zêdekirina navgînên hevkariyê di navbera beşdarên ji welatên Ereb de. Ji bo aktîfkirina têgeha wekheviyê û destnîşankirina kêşeyên ku rûbirûyî komên xizan dibin. Her wiha ji bo peydakirina karûbarên perwerde û pratîkî û peydakirina parastina civakî. Ji ber ku ew wek mafên bingehîn ji bo hemû kesan e, nemaze ji ber ku kesên xwedan hewcedariyên taybet li derfetan digerin da ju ji wan re motîvasyonek peyda bike bikaribin beşdarî pêşketina civakên xwe bibin.”