Hêvîn Ebdo: Rûxmê zehmetiyên şert û mercên jiyanî koçberên li Waşokanî li ber xwe didin
Hevseroka Meclisa Kampa Waşokanî Hêvîn Ebdo da zanîn ku rûxmê zehmetiyên şert û mercên kampa Waşokanî jî gel ji bo têkçûna polîtîkayên dagirkeriyê li ber xwe dide.
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, bi sedhezaran şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçberî herêmên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Ji bo bicihkirina koçberan jî Rêveberiya Xweser li Hesekê Kampa Waşokanî ava kir. Niha li kampê zêdetirî 4 hezar koçber dimînin. Rewşa koçberan zehmet e û Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe hewl didin ji koçberan re bibin alîkar. Rêxistinên alîkariya mirovî yên navneteweyî jî xwe li bêdengiyê danîne. Hevseroka Meclisa Kampa Waşokanî Hêvîn Ebdo, têkildarî mijarê axivî.
Hêvîn Ebdo anî ziman ku ji ber topbarana dewleta tirk, koçber ji Serêkaniyê derketin û niha li kampê dimînin. Hêvîn diyar kir ku rewşa koçberên li kampê zehmet e û wiha domand: “Sê sal di ser dagirkeriya Serêkaniyê re derbas bûn, sê sal zêdetirî 4 hezar welatiyên Serêkaniyê di bin şert û mercên zehmet û paşguhkirina rêxistinên mirovî de li kampa Waşokanî dijîn û li ber xwe didin. Ji bo bicihkirina koçberan kamp bi rengekî bi lez ji aliyê rêveberiya xweser ve hat avakirin. Rêvberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe alîkarî pêşkêşî koçberan dikin. Lê têrê nakê pêwîstiya koçberan bi gelek pêdiviyan heye, bi taybetî bi derketina aloziya aborî, rewş xerabtir bûye û rêxistinên mirovî li hemberî vê yekê çavên xwe girtine.”
“Ji bo têkbirina siyaseta dagirkeriyê gel di nav berxwedanê de ye”
Hêvîn Ebdo diyar kir ku bi hatina demsala havînê re rewşa koçberan xerabtir bûye û wiha anî ziman: “Ev 3 sal in kon nehatine nûkirin. Êdî ev konên ku koçber lê dijîn riziyan e. Pêdiviyên jiyanî û alîkarî nayên dayîn ji aliyê rêxistinên mirovî ve dema tên jî pir kêm in. Rojane koçber berê xwe didin meclisê û gazinan dikin, em wekî meclis dengê wan digihîjînin rêxistinên mirovî lê tu kes bersiv nade. Heya astekê em bi wan re dibin alîkar ji ber ku êşa me yek e lê têra wan nake. Di havînê de pêwîstiya wan bi av û kehrebeyê heye ev yek jî li kampê kêm e. Bi taybetî di aliyê tenduristî de ji ber avê, ji ber germahiya zêde jin û zarok nexweş dikevin. Pêwîst e rêxistinên mirovî di vî aliyê de hişyar bin û rewşa koçberan di ber çavan re derbas bikin. Di aliyê jiyanî de jî niha dûpişk, mar derketine, ev yek jî pêwîst e werin çareserkirin û derman were reşandin ji ber rewşa koçberan dixe xeterê.”
Hêvîn Ebdo bal kişand ser berxwedana koçberan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ruxmê şert û mercên zehmet ên ku tê de dijîn, koçber li ber xwe didin, hebûna wan di kampa Waşokanî de ji bo vegera Serêkaniyê ye. Hemû zehmetiyan jî tehemul dikin ji bo têkçûna dagirkerî û siyasetên ku dixwazin gel dev ji warê xwe berdin. Koçber gihîştine wê baweriyê ku komployek li dijî wan tê meşandin ew jî bi berxwedana xwe bersiv didin wê komployê. Her koçberek dibêje em tiştek ji saziyên mafên mirovan naxwazin em mal, bajar û welatê xwe dixwazin em dagirkeriyê qebûl nakin.”
“Em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin, ji bo têkibirina dagirkeriyê”
Emîna Mihemed yek ji koçberên Serêkaniyê da zanîn ku bi darê zorê dev ji mala xwe berdane û neçarî derketinê bûne û wiha got: “Em di malê xwe de bûn, dema dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran û qedexekirî êrîşî me kir em neçarî koçberiyê bûn. Em hatin kampa Waşokanî ji ber ku ew tenê cihê me bihewîne ye lê rêxistinên mirovî tu alîkarî pêşkêş nakin, rewşa me pir xerab e pêwîstiya konên me bi guhertinê heye êdî tê de nema jiyan dibe. Her ku diçe rewşa me xerabtir dibe. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku werin rewşa kampê bibînin û alîkarî pêşkêş bikin. Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku li gorî derfetên xwe bi me re dibe alîkar. Her çiqas mirov bêje jî em di rewşa şer de ne her kes êrîşî Rêveberiya Xweser dike lê em vê yekê fam dikin û em ê rêxistinbûyîna xwe xurt bikin da ku dagirkeriyê têk bibin. Ji dema em hatine kampê ve em bang li rêxistinên mirovî dikin lê mixabin ew tenê nav li xwe kirine ya rast tu mafê mirovan naparêzin, ger biparastana wê kiryarên dewleta Tirk ku niha bi serê sivîlan de tîne rawestandana.”