Kombûna Jinên Zenobia yek salî ye
Yekemîn salvegera damezrandina Kombûna Jinên Zenobia bi soza hêj bêhtir xwe gihandina azadiyê ya jinan, hat pîrozkirin.
Reqa – Kombûna Jinên Zenobia ya li bajarê Reqa ya Suriyê, yekemîn salvegera xwe ya damezrandinê pîroz kir.
Kombûna Jinên Zenobia di 1’ê Hezîrana 2021’an de li Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê bi giştî lii çar hereman hat damezrandin û dest bi xebatê kir. Berdevka Kombûna Jinên Zenobia Khoud Al-Ali di axaftina xwe ya pîrozbahiyê de got: “Bi têkoşîna jinan li Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê ji bo xizmetkirina jinan me vê kombûnê damezrand. Armanca me ew e ku em li Bakur û Rojhilatê Sûrî, li Sûrî û li tevahî cîhanê jinan beşdarî têkoşîna azadiyê bikin û vê kombûnê berfireh bikin.”
Berdevka Kombuna Jinên Zenobia ya Dêrezorê Meryam Al-Saghir jî wiha axifî: “Bi serkeftinên ku me di nav salekê de bidest xistiye em serbilind in. Me karî di nav salekê de em dengê jinan bilind bikin û me hîn daxwazan kir. Bi qasî ku ji destê me hat me karî ku em rastiya jin a li Dêrezorê biguherînin.”
“Divê jin azad bin”
Hevseroka Komîteya Perwerdê ya li Reqa Zulaika Abdî jî bi gotina “Damezrandina kombûna Jinên Zenobia berhemê têkoşîna jinên li heremên ku ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin e” bal lê kişand ku ew beşdarî Rêveberiya Xweser bûne û got: “Em hêvî dikin ku ev rêxistinbûna ku xizmeta jinan dike bigihe tevahî jinan û bi hêvî ne ku jinên li heremên dagirkirî bigihin azadiya xwe."