Xwepêşandanên ‘Nifşê Z’ li Mexribê didome

Xwepêşandanên ciwanan li gelek bajarên Mexribê belav bûn û di roja şeşemîn de didome. Beşdaran daxwaza baştirkirina xizmetên bingehîn ên tenduristiyê bi awayekî xurt bilind kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Mexribê çalakiyên ciwanan ên bi navê “Nifşê Z 212” didome. Piştî buyerên tundiyê yên 1’ê Cotmehê, duh jî ciwan li gelek bajarên Mexribê, li hev civiyan û daxwazên xwe yên ji bo dadmendiya civakî, reformên di warê perwerde û tenduristiyê de anîn ziman.

Li Meydana Maréchal a Casablankayê, bi sedan ciwan li hev kom bûn û tekezî li ser xwezaya aştiyane ya çalakiyên xwe kirin. Li taxa Agdal a paytexta Rabatê jî, bi dehan ciwanan dirûşmeyên li dijî hikûmetê bilind kirin. Di dawiya xwepêşandanan de, beşdaran spasiyên xwe pêşkêşî hêzên ewlehiyê kirin, ku tenê çavdêrî kirin û destwerdan nekirin.

Xwepêşandan li bajarên Muhammediye, Tetwan, Agadîr û Tancayê jî belav bûn. Beşdaran rewşa xirab a xizmetên tenduristiyê şermezar kirin.

Jin di xwepêşandanan de li pêş in

Xwepêşandanan bi beşdariyeke berbiçav a jinan bal kişand. Jinên ciwan dirûşmeyên ji bo daxwaza mafên tenduristî, perwerde û kar hildan. Ev tevgera ciwanan, ku bi platformên dîjîtal hate organîzekirin, nîşan da ku daxwazên jin û keçên ciwan êdî parçeyekî ne veqetandî yê qada xwepêşandanan in.

Ev çalakiyên aştiyane, ku di 27’ê Îlonê de dest pê kirin, tevî ku di pevçûnên berê de sê kes jiyana xwe ji dest dan, nîşan didin ku kolanên Mexribê hê jî zindî ne. Digel rexneyên li ser bêkêriyên hikûmetê di warê reforman de, ciwan û jin rasterast daxwaza destwerdana padîşah dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî.

Dîroka Xwepêşandanan li Mexribê

Ev tevger beşek ji dîroka dirêj a xwepêşandanên ciwanan li Mexribê ye. Di sala 2011an de, di dema Bahara Erebî de, Mexribê xwepêşandanên berfireh dîtin, lê ev çalakî bi piranî aştiyane man û ne bûn şîdet û terorê wek li welatên din.

Di salên dawî de jî, xwepêşandanên herêmî yên li ser perwerde, tenduristî û xizaniyê li Mexribê qewimîn, lê ev xwepêşandan negihîştin asta yekgirtina bajarên mezin wekî ya îro. Di vê çarçoveyê de, tevgera “Nifşê Z” wek tevgereke ciwanan a dîjîtal derdikeve pêş, ku ciwanên ji herêmên cuda bi lez li hev kom dike û tew piştî destwerdanên ewlehiyê yên destpêkê jî aştiyanebûna xwe diparêze.

Desthilatên Mexribî bi dualiyeke dijwar re rû bi rû ne: ji aliyekî bersivdana daxwazên civakî yên kombûyî, ji aliyê din ve birêvebirina xwepêşandanên ciwanan ên dîjîtal ên ku bi partî û sendîkayan ve ne girêdayî ne. Li gorî pisporan, vegerandina xwepêşandanan bo rêya aştiyane di êvara Pêncşemê de, fersendekê ji bo kêmkirina tengezarî û vekirina deriyê diyalogê pêşkêş dike.

Senaryoyên pêşerojê

Di roja xwe ya şeşemîn de, pêşeroja xwepêşandanên “Nifşê Z” bi çend îmkanan ve vekirî xuya dike: Yan ciwan dê bi awayekî organîze û aştiyane daxwazên xwe yên civakî bi cih bînin, yan jî ji ber zext û binçavkirinan dê paşve gav bavêjin.

Ya diyar ev e ku ev nifş, ku di serdema şoreşa dîjîtal de ji dayik bûye, karîbû dengê xwe bigihîne nîqaşên neteweyî û piştrast kir ku ciwan û jin parçeyekî bingehîn ê her reformeke paşerojê li Mexribê ne.

Heta niha, helwesta hikûmetê erênî xuya dike û naxwaze tengezarî zêde bike. Berdevkê hikûmeta Mexribî diyar kir ku ew ji diyaloga bi ciwanan re vekirî ne û dê pêşîniyên hikûmetê ji nû ve binirxînin. Her wiha, wî qebûl kir ku pergala tenduristiyê ji hewcedariyên gel dûr e, û soz da ku baştirî bêne kirin û bi ciwanan re hevdîtin bêne kirin.