Şer jiyan û aboriyê hedef digre
Her çiqas şer bi fermî weke operasyoneke sînordarkirî were pênasekirin jî rastiya wê ya civakî di jiyana karkeran de bi awayê mirin, bêkarî û hilweşîna debara jiyanê tê xuyakirin, ji ber ku kargeh û cihên kar bûne xetên sereke yên şerekî bêhevseng.
PIRŞEN DOLÎTARÎ
Navenda Nûçeyan – Şerê niha li Îranê rûdaye, di asta xîtaba fermî de wekî "hedefgirtina rast" û "operasyonên leşkerî yên sînordarkirî" tê temsîlkirin, di rastiya civakî de wekî tundiya di nava jiyana rojane ya çînên jêrîn de li Îranê xwe dide xuyakirin.
Ev cihguhertin di her deverî de, di jiyana karkeran de bêhtir berbiçav e, li devera ku cihên kar- kargehek, rafîneriyek, atolyeyek, an jî projeyek înşaetê - bûne cihê nexşeriyên aborî û şer. Tişta ku bi awayekî eşkere jê re "binesazî" tê gotin, di rastiyê de ew cih e ku karker lê dixwin, dijîn û niha jî li wir dimrin.
Mînakên berbiçav nîşan didin ku êrîşên li ser pîşesaziyên çêkirinê ne îstîsna ne, beşek ji şêwaza şer in. Êrîşa li ser kargeha ard û nîşasta li Neqdehê- ku herî kêm tê de 11 karker hatin kuştin- ne tenê "bûyerek" bû; kargeha ku nêzî 2,500 kes tê de dihatin xebitandin, yekser veguherî xaleke jiholêrakirina hevdem "hêza kar" û "kapasîteya hilberînê."
Li Herêma Pîşesaziyê ya Jay a Îsfahanê, kuştina 15 karkerên li kargeheke çêkirina alavên germkirin û sarkirinê nîşan dide ku sînorê di navbera "armanca leşkerî" û "xwezaya kar" de bi bandor hilweşiya ye. Li vir karker êdî ne li kêleka şer in di hundurê şer bi xwe de ne.
Li Qezwînê, êrîşek li ser kargeheke camê pêk hat û herî kêm 12 karker birîndar bûn. Li Qûmê jî kargeheke betonê ya sivik ku tê de 110 karmend dixebitin bi temamî wêran bû, di encamê de heft kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ev bûyer nîşan didin ku ka şer çawa bi awayekî sîstematîk ketiye nava cihên kar. Ev mînak rastiyeke hevpar eşkere dikin. Wêrankirina hilberînê bi jiholêrakirina kar û bêîstîqrariya debara jiyanê re wekhev e û di dawiyê de şokek civakî diafirîne.
‘Karker bi bêkarî û mirinê re rûbirû dimînin’

Li Malayer, êrîşên li ser kargeha kaxiz û depoyên pîşesaziyê bûn sedema mirina karkeran, an jî li rafîneriya Şehr-î Ray ku hat ragihandin karker tê de mirine, nîşan dide ku karker ne tenê bi bêkariyê, lê di heman demê de bi mirinê re jî rû bi rû ne.
Heta ku karker rastî mirinê neyên jî şer jiyana wan rawediwestîne. Mînakeke zelal heye girtina berfireh avahiyên karkirinê ku tê de ji sedî 80 heta 90’ê projeyan hatine rawestandin. Ev tê wateya bêkariya bi hezaran karkerên ku mûçeya rojane distînin, karkerên ku ne rezervên darayî ne jî piştgiriya saziyî ya wan heye.
‘Şer ne bûyerek leşkerî ye rewşeke civakî ye’

Di bazara veguhastinê de, têkçûnên di binesaziyê û teknolojiyên rê de bandor li ajokaran kirin û ew bêkar kirin. An jî di bazara çandinî û ajalan de, fikarên li ser dabînkirina xwarina ajalan tevahiya zincîra hilberînê tehdît kir. Şer ne bûyerek leşkerî ye, rewşeke civakî ye jiyanê di rewşa "hêviyeke bêdawî" de dihêle, bê kar, bê dahat û bê asoyek ji bo vegera jiyana normal.
Yek ji diyardeyên herî kûr ên vê krîzê jî êrîşa li ser pîşesaziya dermanan e. Bombekirina kargehên dermanan ên li Hemedanê û zirara herî kêm gihîşt 8 şîrketên dermanan. Ev ne tenê têkçûneke pîşesaziyê ye; êrîşa rasterast li ser xeta jiyanê ye.
‘Civak bi krîzên hebûnê re rûbirû mane’
Dema dermansazek li ser kar tê kuştin an nexweşxaneyek mîna "Îmam Elî" ji nişkê ve îflas dibe, pirsgirêk êdî ne tenê "karker" an "hilberîn" e; berovajî vê, tevahiya civakê bi krîzeke hebûnê re rû bi rû dimîne.
Heta beriya şer jî kêmbûna dermanan li Îranê krîzeke kronîk bû. Raporên deynê pîşesaziya dermanan ê 150 trîlyon tumen hene, astengiyên di dabînkirina pereyên biyanî de, û kêmbûna bi sedan dermanan nîşan didin ku şer li ser bingeha lawaziya berê ava bûye. Di şert û mercên weha de, karkerên vê bazarê di rewşek dualî de ne, hem hilberînerên dermanan in û hem jî qurbaniyên kêmasiyên wan in.
Enflasyon û hilweşîna debara jiyanê
Enflasyon ku berî şer gihîştibû dora ji sedî 60- di dema şer de dibe mekanîzmayek navendî. Hilweşandina kargehan, astengiyên di dabînkirina kelûpelan de û zêdebûna lêçûnên hikûmetê hemî dibin sedema bilindbûna bihayan. Ji bo karkeran, ev tê wateya hevkêşeyek hovane: dahatuyek sabît an sifir û zêdebûnek tûj a lêçûnan wekhevî bi xizaniyê re bûn yek.
Dema ku buhayê dermanên girîng digihîje milyarek tûmenî, an jî xwarin kêm dibe, karker neçar dimînin ku pêdiviyên xwe yên bingehîn ji holê rakin. Li vir e ku şer, di asta herî biçûk de, dikeve nav laş û jiyana rojane.
‘Şer rewşa gelê Îranê xirabtir kiriye’
Li gorî daneyên berî şer, ji sedî 40’ê nifûsa Îranê di bin xeta xizaniyê de bûn. Şer ne tenê vê rewşê xirabtir kiriye, di heman demê de kûrtir jî kiriye. Karkerên ne fermî, karkerên înşaetê, ajokar û karkerên xizmetguzariyê, pir caran bê sîgorta û parastin diman, herî zêde zirarê didîtin.
‘Şer ne tenê krîzê diafirîne di heman demê de belav dike’
Berovajî vê beşên pergala desthilatdariyê yan aboriya ne fermî, mumkin e ku bi şert û mercên krîzê re xwe biguherînin. Ev tê vê wateyê ku şer ne tenê krîzê diafirîne, di heman demê de wê bi rengekî newekhev belav dike.
Eger em van daneyan bînin gel hev, em dikarin bigihîjin encamek girîng: hedefgirtina binesazî û pîşesaziyên çêkirinê beşek ji pêvajoyê ye ku dikare wekî "navxweyîkirina şer" were binavkirin. Di vê pêvajoyê de, şer sînoran derbas dike û vediguhezîne civakê, kargeh tên girtin û mirov bêkar dimînin, nexweşxane bi krîzek tenduristiyê re rû bi rû dimînin û bazar bi enflasyonê re rû bi rû dimîne. Bi vî rengî, şer di jiyana rojane de ji nû ve tê hilberandin.
Karker ‘mertalên nedîtî’ yên aboriya şer in
Ger em bixwazin bi çavekî kûrtir li vê rewşê binêrin divê em qebûl bikin ku karker di vî şerî de, bi awayekî, bûne "mertalên nedîtî" yên aboriya şer. Ango, pergalek ku di bin zexta wêrankirin, cezayan û lêçûnên leşkerî de ye, zextê vediguhezîne qata herî jêrîn- hêza kar- da ku berdewam bike.
Li vir, mînakên berê wate û fonksiyonek nû digirin. Dema ku kargehek li Nexde an Îsfahanê tê bombebarankirin, ne tenê meseleya mirina karkeran an bê karbûna wan e; di heman demê de meseleya barkirina barê ji nû ve avakirin û domandina aboriyê li ser heman karkerên ku êdî karên wan tune ne ye derdikeve holê. Divê ew vegerin bazara kar, bi mûçeyên windabûyî, di şert û mercên enflasyonê de û bazarek ku bi xwe hildiweşe re. Ev paradoksek avahîsazî ye: karker di heman demê de jiholê tên rakirin û tê çaverêkirin ku barê domandina aboriyê hilgire.
‘Şer diyardeya ‘kar bê kar’ diweildîne’
Diyardeya "kar bê kar" derdikeve holê. Karkerên ku xwedî jêhatîbûn, ezmûn û nasnameya kar in êdî derfeta wan tune ku wan bikar bînin. Mînak, karkerê kargeha cam li Qezwînê an karkerên dermanan li Hemedanê, piştî hilweşandina cihê karê xwe, bi tenê nikarin bikevin karekî din. Ev kes hêdî hêdî dibin hêza zêde ya kar, hêzek ku ne di hilberînê de tê kişandin û ne jî ji çerxa civakî tê derxistin, lê di rewşek navîn de dimîne.
Bandora şer li ser karkeran ne tenê bi cihê kar re sînordar e; di nav malbatan de jî derbasdare. Dema ku karker bêkar dimînin an jî hêza wan a kirînê bi giranî kêm dibe, tevahiya avahiya hilberîna civakî têk diçe.
‘bêewlehiya aborî jî tê wateya zêdebûna rageşiyên malbatî’
Kêmbûna dahatê tê wateya jiholêrakirina perwerdeya bi kalîte ji bo zarokan, zêdebûna lêçûnên bijîşkî tê wateya pêvajoyên dermankirinê yên netemam û bêewlehiya aborî jî tê wateya zêdebûna rageşiyên malbatî.
Bi vî awayî, êrîşek li ser kargehek an navendeke tenduristiyê bi awayekî nerasterast pêşeroja nifşekî hedef digire. Zarokê karkerê bêkar ne tenê bi xizaniyê re rû bi rû ye, di heman demê de bi derfetên civakî yên sînorkirî re jî rû bi rû ye. Di astek kûrtir de, mirov dikare bibêje ku cihê dawîn ku şer lê ava dibe "laşê karker" e. Ev ne metaforek e, rastiyek madî ye.
‘Nîşaneyên şer pir zelal in’
Karkerekî ku di êrîşeke li ser rafineriyek an kargehekê de birîndar bûye, an karkerekî ku ji ber lêçûna bilind a dermanan dermankirinê red dike, an jî karkerekî ku ji ber kêmbûna xurekê ya ji ber enflasyonê nexweş dikeve, hemî nîşan didin ka şer çawa dikeve asta biyolojîkî ya mirov. Li vir, laşê karker dibe cihê nexşeriya sê krîzan: tundiya rasterast (êrîş), tundiya aborî (enflasyon û bêkarî) û tundiya avahîsaziyê (nebûna piştgiriya civakî).
Di rewşên wiha de, şer bi awayekî çalak newekheviyê ji nû ve hildiberîne û kûrtir dike. Karker, nemaze di bazara ne fermî de, herî zêde cefayê dikişînin, di heman demê de gihîştina wan a çavkaniyên temînatê kêm e. Karkerê înşaetê li Merîwanê ku projeya wî hatiye rawestandin, an ajokarek ku ji ber têkçûna binesaziyê karê xwe winda dike, ji komên ku gihîştina wan bi çavkaniyên darayî an torên elektrîkê heye pir zûtir dikeve bin xeta xizaniyê. Ev yek nîşan dide ku şer ne tenê krîzek demkî ye, lê mekanîzmayek demdirêj e ji bo dabeşkirina newekhev a çavkaniyan, dabeşkirinek ku tê de karker bi awayekî sîstematîk winda dikin.
Jiyan di rewşeke hilweşînê de ye
Ger ev rewş berdewam bike, tişta ku karker pê re rû bi rû dimînin ne hilweşînek ji nişka ve ye, lê "biyo-erozyonek" e. Ango, rewşek ku tê de kar bêtir ne ewle dibin, mûçe li dû enflasyonê dimînin, û parastinên civakî her ku diçe bêtir hilweşin.
Di rewşek wisa de, pirs êdî ne ew e ku karker çawa pêşve diçin, lê ew e ku ew çawa bijîn. Di dawiyê de, dikare were gotin ku karker di vî şerî de di heman demê de sê rolên nakok dilîzin: hilberînerên aborî, qurbaniyên rasterast û nerasterast, û hilgirên barê berdewamiya pergalê. Ev nakokî bingeha krîzê ye. Sîstema ku ji bo jiyanê hewceyê kedê ye, heman kedê li hember hilweşandin û xitimandinê rû bi rû dihêle. Di vê çarçoveyê de, karker ne tenê li derdora şer in, lê di navenda wê de nejî, navendek ku nayê dîtin.