Xweparastin hêza ku jinan ji tundiyê diparêze ye
Dema behsa bûyerên xwezayî were kirin, yekser pirsa ku wê mirov çawa xwe li hemberî vê yekê biparêze tê hişê mirov? Li hemberî tundiya li dijî jinan, xweparastin çi ye û çawa dibe?
NERMÎN EHMED
Silêmanî – Çawa pêwistiya mirovan ji bo berdewamkirina jiyanê bi av û hewayê heye, xweparastin jî mafê rewa yê hemû mirovan e. Xweparastin ji gerdûnê ve wisa dike ku mirov, ajal û xweza xwe berdewam bikin. Dema ku hebûnek nikare xwe biparêze ji cewhera xwe dûr dikeve û mehkumî tunebûnê ye. Li dikî zilma desthilatdaran, çeka di destên civakê de xweparastin e. Li hemberî tundiya li ser jinan rêxistin, perwerde û îrade dibe beşek bingehîn a xweparastinê.
Ger em li dîrokê binêrin, em ê bibînin ku aqilê mêrsalarî çawa bi riya dûrxistina jinan ji cewherê wan hêza xweparastinê lewaz kirine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka windakirina jinan e.” Ji ber ku bi dîroka şaristaniyê re mêr bi hêz bûne û desthilatdarî çêbûye. Bi windabûna jinan re civak jî winda bûye, civaka zayendperest encamên vê yekê ne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Dîrok di îro de û îro jî di dîrokê de veşartiye.” Ev tê wê wateyê ku di roja îro de em dibînin çawa aqilê mêrsalarî bi awayên cuda tundiyê li ser civakê û bi taybetî jinan pêktîne, îrade û mafê parastinê ku mafê xwezayî yê her kesê ye jê digre. Tenê ne bi riya dagirkeriyê, bi riya hebûn, fizîkî, fikrî û çandî ji bo berjewendiyên xwe kesan bê parastin dihêle.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Gelek eşkere ye ku têkiliya zayend û desthilatdariyê li gel hev çawa ye û heta kîjan astê di nava civakê de bi bandor e. Rastiyek civaknasî ye ku di roja îro de her mêrek mafê wê yê bêsînor li ser jinan heye.”
Li ser navê parastinê êrişên dijwar tên kirin
Ji destpêka dîrokê ve mirovan bi jiyana civakî, riya xweparastinê dîtine, dîroka jinên Kurd neynikek ku têkoşîn û gihîştina mafê xwe tê de diyar e û ev têkoşîn li ser bingeha heqîqet, xweparastinê ava bûye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Asta azadiya jinan, asta azadiya civakê nîşan dide.” Azadiya zihniyetê li gel têkoşînê watedartir dibe û di civakek ku nikare têkoşîna xweparastinê bimeşîne de, gihîştina azadiyê zehmet dibe. Ji ber vê di civakê de çiqas xweparastina jinan bi hêz be, ewqas zihniyeta azadî û têkoşînê bi wate dibe.
Di civaka me ya niha de ji ber fikrên desthilatdariyê, parastin ji wateya xwe dûr ketiye û cihê xweparastin û êrişan bi hev re hatiye guhertin. Bi zimanekî din, em dikarin bibêjin parastin ji bo desthilatdariyê heye.
Xweparastin ji nû ve hatiye pênasekirin
Gelê Kurd û jinên Kurd ji bo mafên rewa yên xweparastinê heta roja îro, dikaribûne li hemberî êrişên dijmin mafê xwe yê xwezayî bi kar bîne. Tevgera Azadiya Kurdistanê, parastinê ji nû ve pênase kiriye û civak li ser vê bingehê bi rêxistin bûye jî weke xweparastina cewherî bi nav kiriye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna civakeke ku mafê xweparastinê tê de hebe, sîstema neteweya demokratîk û xwerêxistinkirinê li ser bingehê exlaqî siyasî weke riya çareseriyê nîşan dide.
Ev şêwaz vê rastiyên piştrast dike ku têkoşîna jinan ji destpêka dîrokê ve li ser bingeha xweparastinê bûye. Parastinek ku di roja îro de weke civak û bi taybetî jin an ji bo mayina ziman, çand, nasnameyê pêwîstî pê heye.
Ger xweparastin li pişt mekanîzmaya rêxistinbûnê be û rêxistinbûn bi yekitiya civakê pêk bîne, jin û ciwan bi xweparastinê dikarin pêşengiyê ji civakeke azad re bikin û bi pêşxistina xweparastinê, civakek li ser bingeha exlaqî û sîstema neteweya demokratîk ava bikin.