Xwendekarên Kobanê qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kirin

Însyatîfa ‘Pêşeroj diaxive’ ya Xwendekarên Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qetilkirina siyasetmedar û xebatkara HDP`ê Deinz Poyraz xwepêşandan kirin û daxuyanî dan.

 
Kobanê- Siyasetmedar û xebatkara HDP`ê Deniz Poyraz di 17`ê Hezîranê de di êrîşa li ser avahiya HDP`ê de ji aliyê dewleta tirk ve dîl hate girtin û hate qetilkirin.  Li dijî vê bûyerê li seranserî Kurdistanê xwepêşandan û daxuyanî hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de bi dehan ji xwendekarên zanîngeha Kobanê, xwepêşandan çêkirin û daxuyanî dan. Xwepêşandan li pêşiya avahiya zanîngehê hat lidarxistin. Xwendekaran wêneyên Deniz Poyraz û pankarta bi nivîsa "Deniz rûmeta mirovahiyê e, li rûmeta xwe xwedî derkevin" hilgirtibûn. 
Daxuyanî ji aliyê xwendekar Yasmîn Mislim ve hat xwendin.
"Dixwezin di kesayeta jinên azad e, civakê bişkînin"
Xwendekaran di destpêkê de êrîşên li ser jinan bi bîr anîn û wiha di daxuyaniyê de gotin: "Careke din dijminê faşîst êrîşî jinên pêşeng yên weke Sakîne, Sêvê, Hevrîn, Zehra û bi sedan stêrkên azadiyê, dike û vê carê jî Deniz Poyraz e. Çawa ku dagirkerên Mezpotamyayê û Kurdistanê bi hezaran sale di şexsê Jina Azad de dixweze civaka azad bişkîne, îro jî bi heman hovîtiyê tevdigere. Cinwarên tarî ji ronahiya stêrkan ditirsin, ji lewra rasterast şer nakin. Kesên bi tirs, kemînên tirsonek datîne û xwedispêrin amûr, çek û teknîka xwediyên xwe yên pişt perdê. Bi hêz û baweriya xwe şer nake. Lewma jî timî li pey fen û qirêjiyê ye."
Keça Kurd Deniz jî bi vî awayî hate şehîd kirin. Di êrîşê de Deniz bê çek û amûrên parastinê bû, her wiha ji bilî dilekî pak û rûyekî bi ken tune bû. Çeteyekî Erdoganê DAIŞ`ê faşîst li ber çavên her kesî Deniz qetil kir. Dewleta tirk êrîşê dibe ser Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û xebatkarên wê yên sivîl. Jina Kurd Deniz Poyraz yek ji van xebatkar û endamên HDP`ê bû. Ew welatparêz û evîndara gel û welatê xwe bû." 
Em weke însyatîfa pêşerojê diaxivin û qetilkirina siyasetmedar Deniz şermezar dikin. Em ji dijminê mirovahiyê, dagirkerên dewleta tirk û Erdoganê faşîst re dibêjin ku hûnê di tarîtiya xwe de bifetistin û têkbiçin.
Çalakî bi dirûşmeyên  "Bimre faşîzim", "berxwedan jiyane", "şehîd namirin" û "Deniz namire".