Konferansa pêkhateyan bi daxuyaniyek dawî bû

Beşdarên Konferansa Helwesta Hevbeş a Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek bi dawî bû.

Hesekê – Konferansa "Helwesta Hevbeş a Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" ya ku danê siharê destpê kiribû, bi banga Konferanseke Neteweyî ya Sûriyeyê ya yekgirtî û berfireh ku gelek hêzên neteweyî û demokratîk beşdar bibin, bi dawî bû.

Konferans bi beşdariya nêzî 500 delegeyên di nav de Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî, Ermenî, Êzîdî, Tirkmen û Çerkez ku nûnertiya civakên cûda yên herêmê dikirin, hate lidarxistin. Armanc xurtkirina jiyana hevbeş û yekkirina vîzyona siyasî ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nenavendî bû.

Êrişên li ser Suweydayê hat şermezarkirin

Konferansê êrîşên li dijî civakên Durzî û Elewî li hundirê Sûriyeyê û li Siwêdayê şermezar kir. Wê tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna wekheviya fiîlî di navbera hemî civakan de li ser erdê û pêkanîna wê li seranserê Sûriyeyê kir.

Beşdaran spasdariya xwe ya bilind ji bo şehîdên mezin ên ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê di parastina herêmê û rûmeta gelê wê de kirine, anîn ziman. Wan ev hêz wekî bingeha artêşeke neteweyî ya nû, dilxwaz û profesyonel dîtin ku rastiya civaka Sûriyeyê nîşan dide û dê sînor û yekparçeyiya axa welêt biparêze.

Destûra heyî ya Sûriyeyê hêviya gelan pêk nayne

Beşdaran diyar kirin ku daxuyaniya destûrî ya heyî hêviyên gelê Sûriyeyê yên ji bo azadî û rûmeta mirovan pêk nayne; ji ber vê yekê, divê ew were sererastkirin da ku beşdariya berfirehtir û temsîliyeta wekhev di serdema veguhêz de misoger bike. Beşdarên konferansê bal kişandin ser kûrahiya dîrokî û dewlemendiya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bal kişandin ser salên dirêj ên dûrxistin û marjînalîzekirinê ku ev pêkhate ji hêla rejîmên navendî yên li pey hev ve rastî wan hatine.

Konferansê li ser peymana ku di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye îmzekirin û her weha encamên Konferansa "Helwesta Hevbeş a Kurd" nîqaş kir. Hat tekez kirin ku ev peyman dê wekî gavên avaker ber bi lihevkirinek neteweyî ya berfireh ve werin şopandin ku dê baweriya Sûriyan bi welatê xwe û pêşeroja wan a hevpar vegerîne.

Konferans bi nîqaşên dewlemend ên li ser avakirina pêşeroja xwe ji aliy3e hemu pêkhateyan ve û bi daxuyaniyek bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

"Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxek krîtîk a neteweyî de, bi hestek berpirsiyariya hevpar ji bo niha û pêşeroja welêt, hatiye lidarxistin. Îradeya nûnerên Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî, Tirkmen, Ermenî, Çerkez û pêkhateyên din ji bo diyarkirina biryardariya xwe ya hevpar ji bo pêvajoyek neteweyî ya demokratîk a berfireh ku li ser bingeha cihêrengî, hevkarî û hemwelatîbûna wekhev hatiye damezrandin, li hev civiyane.

Kiryarên li peravê û Sûweydayê sûcek e

Îro, di vê qonaxa dîrokî de, reftar û kiryarên rojane yên li dijî gelê Sûriyeyê, bi taybetî li herêma peravê, li Suweydayê û li dijî welatiyên me yên Xiristiyan, sûcên li dijî mirovahiyê ne ku divê bi awayekî bêalî, bêyî ku sûcdar kî be, werin lêkolînkirin. Em vê yekê wekî sûcek li dijî tevahiya yekîtiya me ya neteweyî dibînin.”

‘Pirrengî dewlemendî ye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pirrengiya etnîkî, olî û çandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniyek dewlemendî û hêzê ye. Hat gotin ku bicihkirina vê pirrengiyê di avahiyên siyasî û îdarî de û misogerkirina temsîliyeta hemû pêkhateyan dê yekîtiya civakê xurt bike. Tê de hat destnîşankirin ku modela Rêveberiya Xweser ezmûnek beşdarbûnê ye ku dikare were pêşxistin û baştirkirin û nimûneyek zindî ya rêveberiya civakî ya demokratîk e.

‘Bi yekîtiyê çareseriyek demokratîk dikare bê bidestxistin’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li gorî baweriya me bi yekîtî û serweriya Sûriyeyê, em bawer dikin ku çareseriyek mayînde dê bi destûrek demokratîk were bidestxistin ku pirrengiya etnîkî, çandî û olî xurt dike û bingeha dewletek nenavendî datîne. Divê ev destûr beşdariya rastîn a hemû pêkhateyan di pêvajoya siyasî û îdarî de garantî bike û bi azadiya baweriyê, edaleta civakî û rêveberiya baş re hevaheng be."

Ji bo Konferanseke Neteweyî ya Sûriyeyê ya yekgirtî bang

Di daxuyaniyê de her wiha banga ji bo Konferanseke Neteweyî ya Sûriyeyê ya yekgirtî û berfireh ku hêzên neteweyî û demokratîk ên cihêreng beşdar bibin, ji bo ku beşdarî avakirina nasnameyeke neteweyî ya rastîn û hevpar bibe ku hemû welatiyên Sûriyeyê, hem mêr û hem jî jin, di nav xwe de bigire, dubare hat destnîşankirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Belge û naveroka wê ya ku ji Konferansa Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê, îfadeya îradeya azad, hişmendiyeke civakî ya hevpar û biryardariya avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, piralî û nenavendî ye ku tê de serweriya qanûnê serdest be, rûmeta mirovan were parastin û her kes bi azadî û wekhev bijî."