Xwendekar: Em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê li ber xwe bidin
Dezgehên ragihandinê belav kirin ku xwendekarên çalakvan ên zanîngehan ji çar aliyên Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş li dijî reftar û helwestên tund ên nobetdarên zanîngehan çalakiya lidar xistine.
Navenda Nûçeyan – Nêzî 129 xwendekarên çalakvan ên li Îranê, bi daxuyaniyekê li dijî reftar û helwestên tund ên nobetdarên zanîngehan nerazîbûn nîşan dan. Xwendekarên diyar kirin ku zanîngeh bi taybetî ji bo xwendekarên jin û di warê sînordarkirina mafên wan de, ji bo kontrolkirina zêde ya li ser laş û mejiyê xwendekaran veguheriye girtîgehekî.
"Em ê zanîngehê weke keleha azadî û edaletê biparêzin"
Daxuyaniya xwendekarên çalakvan wiha bû: "Em şahidê dûrxistina jinan di nava civakê de û pêkanîna polîtîkayên baviksalarî ku dixwazin jinan ji hemû beşên jiyanê dûr bixin ne. Piştî vekirina zanîngehan, em dibin şahidê reftar û helwestên tund ên nobetdarên zanîngehan, mixabin li hinek zanîngehan de kiryarên tepeserkirinê gihiştine asta herî bilind, wek lêdan û dîlgirtina xwendekaran. Ev sazî bi felsefeya serdestî û kontrolkirina xwendekaran di hemû qadên jiyanê de hatiye avakirin. Heyf e ku îro li şûna ku krîzên kûr ên aborî û siyasî yên welêt bi destê akademîsyenan bên çareserkirin, xwendekarên çalakvan ji bo komîteyên dîsîplînê û carinan jî ji bo saziyên ewlehiyê yên li derveyî kampusê têne gazîkirin. Em daxwaz dikin ku mafê xwendekaran bê dayîn. Em ê zanîngehê weke keleha azadî û edaletê biparêzin, li dijî polîtîkayên hegemonîk ên serdest em ê li ber xwe bidin û şert û mercên heyî bi ti awayî qebûl nekin."