Rêxistina SAM bi raporekê binpêkirinên li dijî zarokên li Yemenê eşkere kir
Rapora mafên mirovan di salên şer de zêdetirî 35 hezar haletên binpêkirina li dijî zarokên li Yemenê eşkere kir.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina SAM a ji bo maf û azadiyan raporek belav kir û tê de eşkere kir ku aliyên şer zêdetir ji 35 hezar bûyerên binpêkirinên li dijî zarokan pêk anîne û ji sedî 70 ji wan binpêkirinan ji aliyê Hûsiyan ve hatine kirin û zêdetirî 5700 zarok li Yemenê di salên şer de hatine qetilkirin.
Rêxistinê di rapora xwe de piştrast kir ku Hûsî bi leşkerkirina zêdetirî 20 hezar zarokan û tevlîkirina wan di şerê çekdarî de û revandina 797 zarokan têne tometbarkirin.
Li gorî raporê ji ber şer û pevçûnên li Yemenê dewam dike nêzî 2 milyon zarok ji xwendinê bêpar mane û şerê çekdarî bû sedema koçberkirina nêzîkî yek milyon zarok, ku ev yek jî êşa zarokên yemenî girantir dike.