Penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê bi rayedarên NY re rûniştin
Li Silêmaniyê Penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ne bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de hevjîna Mihemed Zekî Çelebî Nûrten Çelebî û rêveberên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hebûn.
Navenda Nûçeyan - Penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ne, bi nûnerên Iraqê yên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin û bal kişandin ser êrişên li hemberî penaberan. Êrişên dewleta Tirk ên li ser penaberên ji Bakurê Kurdistanê îsal zêde bûne. Di Îlona 2021’ê de koçberê siyasî Ferhat Başkondû bi sûîqesteke dewleta Tirk bi giranî birîndar bû. Mehmet Zekî Çelebî ku dewleta Tirk timî gef lê dixwar, di 17’ê Nîsanê de li Silêmaniyeyê di êrişekê de hate qetilkirin.
Ji dîmen û gotinên şahidan eşkere bû ku kujerên Mihemed Zekî Çelebî xwe li Hewlêrê girtin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê têkildarî van sûîqestan ti daxuyanî nedaye.
Ji bo dawî li êrişan bê anîn û kujer bên darizandin, penaberên ji Bakurê Kurdistanê hefteya derbasbûyî li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Silêmaniyeyê çalakî li dar xistibûn. Penaberên siyasî vê hefteyê jî bi heyeteke payebilind a NY re hevdîtin kirin ku ji Bexdayê hat Silêmaniyeyê.
Di hevdîtinê de Ferhat Başkondû yê di êrişê de birîndar bû, hevjîna Mihemed Zekî Çelebî Nûrten Çelebî û rêveberên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Mûsa Çîftçî û Meşrûk Çîftçî hebûn.
Komeleyên Karkerên Mezopotamyayê diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye. Çavkaniyên nêzî hevdîtinê ragihandin ku rayedarên Neteweyên Yekbûyî soz dane ku lêpirsînên têkildarî êrişan ji nêz ve bişopînin.
Li gorî agahiyan rayedarên Neteweyên Yekbûyî û koçberên ji Bakurê Kurdistanê wê hevdîtinan dewam bikin.