Xizmên windayan li aqûbeta Hasan Ocak û Ridvan Karakoç pirsîn

Xizmên windayan ên vê hefteyê li Amedê aqûbeta Hasan Ocak û Ridvan Karakoç pirsîn, bertek nîşanî dosyayên ku tevî serlêdanên sûc heye jî bi neşopandine encam bûne dan.

Amed - Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza " Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" careke din hatin cem hev. Xizmên Windayan yên  li ber peykera Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyoluyê hatin gel hev, di hefteya 694’an de kiryarên Hasan Ocak û Firat Akdenîz pirsin.

Hevserokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku ji bo darizandina kujerên windayan bênavber têkoşîna edaletê didin û dê bi israr û biryar çalakiya xwe bidomînin. Zeytûn bal kişand ser qedexekirina zimanê çalakî û şahiyên zimanê Kurdî, konser û şanoyên bi Kurdî û wiha got: “Ev qedexe û astengî polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan e. Em ê li hember vê polîtîkaya qedexekar û bêhiqûqî bêdeng nemînin û em ê her daîm têbikoşin.” 

“Nedîtina kujeran encama polîtîkaya bêceza hiştinê ye”

Piştrê jî Rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpihatiya Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de ku xwedî nasnameya sosyalîst bû di binçavan de hat qetilkirin û Ridvan Karakoç ê xebatên siyasî û çandî dikir li Stenbolê di binçavan de hat kuştin vegot. Derya Yildirim anî ziman ku Ocak û Karakoç di encama îşkenceyê de hatine qetilkirin û cenazeyên wan li goristana bêkesan a Stenbolê hatiye dîtin.  Derya Yildirim bi bîr xist ku heta niha derbarê kujeran de lêpirsînek nehatiye destpêkirin û xwest kujer werin dîtin û darizandin. Derya Yildirim diyar kir ku nedîtina kujeran encama polîtîkaya bêceza hiştinê ye.  

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

Êlih 

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Êlihê jî di hefteya 531'emîn de li ber Peykerê Mafê Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye civiyan û li aqûbeta windayan pirsîn. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan.

“Divê demildest daxwazên malbatan werin qebûlkirin”

Di çalakiyê de Hevserokê ÎHD'a Êlihê Devran Yildiz axivî û da zanîn ku tevî astengî û qedexeyan jî çalakiyên wan ên têkoşîna edaletê berdewam dike. Devran Yildiz di axaftina xwe de daxwazên xizmên windayan ên ku bi salane dikin rêz kir û got divê demildest daxwazên malbatan werin qebûlkirin û winda bên dîtin û kujer bên darizandin.