Xizmên Windayan di hefteya 701’emîn de aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn
Xizmên Windayan û ÎHD'ê ya li Amedê di hefteya 701’emîn de aqûbeta Hasan Gulunay ê ku di sala 1992’an de ji mala xwe ya Tarabyaya Stenbolê derket û hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
Amed- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan, di hefteya 701’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Endam û rêveberên komeleya (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê piştgirî dan çalakiyê û tevli bûn.
Di çalakiyê de aqûbeta Hasan Gulunay ê ku di sala 1992’an de ji mala xwe ya Tarabyaya Stenbolê derket, hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn.
“Em ê her dem têbikoşin”
Di çalakiyê de destpêke Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Abdullah Zeytûn diyar kir ku desthilatdarî dixwaze xizmên windayan bêdeng bike û wiha got: “Ji aliyê demokrasiyê ve Tirkiye paşve diçe. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewroapyê piştguh dikin. Me herî dawî di doza Osman Kavala de dît. Tirkiye peymanên nawneteweyî bi cih nayne. Tevî vê yekê jî malbat û dayikên windayan dîsa jî têdikoşin û bêdeng namînin.”
Zeytûn bi bîr xist ku îro salvegera 36’emîn a damezrandina ÎHD’ê ye û got: “Em ê heta dawiyê li dijî binpêkirina mafên mirôvan li her deverê bin û em ê her dem têbikoşin.”
“Rewşa Hasan Gulunay li Meclisa Tirkiyeyê hat pirsîn”
Piştre daxuyaniya hefteyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz xwend û serpêhatiya windakirina Hasan Gulunay xwend. Firat Akdenîz bi lêv kir ku Hasan Gulunay zewicî bûye û 4 zarokên wî hebûne û wiha got: “Hasan Gulunay 20’ê tîrmeha sala 1992’yan dema ji mala xwe ya li Tarabyaya Stenbolê derdikeve, tê binçavkirin û carek din venagere malê. Hevjîna wî Birsen Gulunay der barê windakirina hevjînê xwe Hasan de serî li serdozgeriya Sûltanahmetê dide. Di heman demê de serî li Qereqola Polîsan a Gayrettepeyê jî dide. Lê polîs bersiva ‘tu agahiya me jê nîn e’ didin Bîrsenê. Piştre malbat ji bo ku Hasan were dîtin li ÎHD’a Stenbolê dest pê greva birçîbûnê dike. Rewşa Hasan Gulunay li Meclisa Tirkiyeyê tê pirsîn. Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Îsmet Sezgîn soza lêkolînê ya dîtina Hasan dide lê dîsa jî tu encam jê dernakeve.”
“Tevî hemû lêgerîn û lêpirsîna malbatê jî hê aqubeta wî ne diyar e”
Firat Akdenîz diyar kir ku hevalê Hasan Gulanay, Erol Çam wexta li Qereqola Gayrettepeyê ya Stenbolê di binçavan de bûye dengê Hasan dibihîze û dibêje: “Hasan li qereqolê digot ‘ez Hasan Gulunay im min winda dikin.’ Piştî hemû lêgerîn û lêpirsina malbatê jî jî tu encam dernakeve û hê jî aqubeta wî ne diyar e.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dû re çalakî bi dawî bû.