Li DYE zaroka ku rastî destdirêjiyê hat dûcanî bû, bijîşka ku kurtaja wê kir di lêpirsînê de ye
Rayedarên eyaleta Indiana ya Amerîkayê ragihand ku der barê ku bijîşk Caitlin Bernard a ku kurtaj li zaroka 10 salî ya ku rastî destdirêjiyê hatibû kiriye de lêpirsîn vekiriye.
Navenda Nûçeyan - Piştî biryara Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya betalkirina mafê kurtajê, eyaleta Indiana ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê der barê bijîşk Caitlin Bernard a ku kurtaj li zaroka 10 salî kiriye lêpirsînek vekir.
Bijîşk Caitlin Bernard di meha borî de wê ragihandibû ku wê kurtaj li zaroka ku di encama destdirêjiyê de ducanî bûye, kiriye.
Li Ohioyê zaroka keç a 10 salî ku du caran ji aliyê mêrekî 27 salî ve hat tecawizkirin û ducanî bûbû ji mafê kurtajê hat bêparkirin, piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkî biryara betalkirina biryara doza "Roe v. Wade" da. Ji ber vê yekê ew neçar mabû ku biçe Indiana da ku kurtajê bike.