Greva birçîbûnê ya çalakvana siyasî Ala Abd el-Fettah 100 rojan derbas kir

Çalakvana siyasî Ala Abd el-Fettah ku li Misirê hat girtin, zêdetirî 100 roj in bi daxwaza baştirkirina şert û mercan û ji bo serlêdana konsolosxaneya Îngilîz a mafê xwe yê qanûnî bike, di greva birçîbûnê de ye.

Navenda Nûçeyan –  Malbata çalakvana siyasî Ala Ebdulfetah a hemwelatiya Îngilîz û Misirê ye ku zêdetirî 100 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji VICE World News re ragihand ku ew bawer dikin hikûmeta li Misrê dixwaze heta mirinê wê di girtîgehê de bigrin.”

Bû sembola berxwedanê

Ala Abd el-Fettah ev 16 sal in li Misirê têkoşîna demokrasiyê didomîne. Wek pêşvebirek nivîsbarî xebitî û di dema şoreşa 2011’an a dema serokê 30 salî Husnî Mubarek îstifa kir, di têkoşîna demokrasiyê ya welat de dengê wê bi bandor bû. Çalakvana ku li Misirê weke sembola berxwedana tê dîtin, ji şoreşê heta niha piraniya dema xwe li girtîgehê derbas kir.

"Armanca wê misogerkirina xweîfadekirina gel bû”

Xwişka Alaa Abd el-Fettah, Mona Seif, di roportaja xwe VICE World News de, wiha got: "Karê Alaa ew bû ku blog binivîse û bi karanîna platformên serhêl dixwest mirov amûrên xweîfadêkirine bi kar bînin. Di heman demê de armanca wê ew bû ku bikarin van platforman bi danûstandin û nîqaşên siyasî re ji bo rêxistinbûyîne bi kar bînin.”

Di sala 2019’an de hat girtin

Ala Abd el-Fettah di sala 2019’an de ji ber parvekirineke li ser Facebookê, li ser binpêkirina mafan a pergala girtîgeha Misrê hat girtin. Beriya ku 5 sal cezayê girtîgehê lê bê dayîn, du salan di girtîgehê de hat girtin. Di pêvajoya binçavkirin û girtîgehê de, bi binpêkirinên mafan re rûbirû ma. Nehiştin pirtûk bigihîjinê, di hucreyek bê pencere de ma û ji mafê werzîşê bêpar hat hiştin. Xwişka wê da zanîn ku binpêkirinên mafan ên ku di girtîgehê de bi wan rû bi rû maye bûne sedema destpêkirina greva birçîbûnê lê rayedarên hikûmeta Misirê binpêkirina mafên li girtîgehê red kirin.

"Yekane vebijarka me piştgirîdayîna têkoşîna wê ye"

Mona Seif a fikarên xwe yên li ser greva birçîbûnê ya xwişka xwe ya zêdetirî 100 roj in didome anî ziman, diyar kir ku ew ji senaryoya herî xirab ditirse. Mona Seîf bi gotinên; "Ez hîs dikim ku wek malbata wê yekane vebijarka me piştgirîdayîna têkoşîna wê ye", wiha got: “Carna ez hîs dikim ku dixwazim jê re bibêjim ev greva birçîbûnê ji me re pir giran tê lê divê bînim bîra xwe ku ez nizanim ev girtîgeh cihek çawa ye. Çawa ewqas sal di girtîgehê de li ber xwe daye û tenduristiya xwe ya aqil parastiye."

Sedemeke din a girîng a tevlibûna greva birçîbûnê ya Ala Abd el-Fettah, redkirina rayedarên Misrê ku daxwaza wê ya serdana balyozxaneya Îngilîz a li Qahîreyê ye. Dayika wê sala borî ji bo Alaa Abd el-Fettah a li Londrayê ji dayik bûye, hemwelatîbûna Îngilîz girtibû.

Werger: NuJINHA