Xizmên Wendayan cara 845’emîn li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 845’emîn de hatin ba hev.

Navenda Nûçeyan – Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 845’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist.

Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Malbatên windakiriyan û rêveberên ÎHDê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan rakirin. Pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser, li erdê hat raxistin. Malbatên windakiriyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.Di daxuyaniyê de ewilî Sekreterê Şaxa ÎHDa Amedê Omer Saman axivî.

Omer Saman bibîxist ku dewlet behsa aştiyê dike lê gotin û tiştê ku dikin ne wekî hev in û wiha got: “Îro dema em behsa aştiyê dikin, hevalê me Sirri Sûreya Onder tê bîra mirovan. Em hêvîdar in ku hevalê Sirri Sûreya Onder dê baş bibe û dîsa di nav me de be. Gelek kes destên xwe têxin bin kevir, yek ji wan Selçûk Kozagaçli bû, hat berdan lê hej 24 saat derbas nebûn hat girtin.”