MGK’ê rapora meha Adarê eşkere kir
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha adarê eşkere kir.
Amed – MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha adarê de got di meha Adarê de jî binpêkirinên mafên jinên rojnamevanan dewam kiriye. Her wiha di raporê tê gotin ku ji bo rojnamevan bikaribin bi azadî, ewlehî û di şert û mercên wekhev de bixebitin, pir girîng e ku ev binpêkirin werin dîtin, werin belgekirin û têkoşîna kolektîf a ji bo parastina azadiya çapemeniyê were berfirehkirin.
Rapor radigihîne û dibêje ev hedefgirtin jî rasterast mafê agahdarkirina raya giştî têk dibe. Berdewamiya raporê bi vê awayî ye:
Sînordarkirinên li ser rojnamevanan
“Di tevahiya meha adarê de, binpêkirinên li dijî rojnamevan û çalakiyên rojnamegeriyê careke din zextên berdewam ên li ser azadiya çapemeniyê eşkere kirin. Binçavkirin, gef, lêpirsîn, doz, astengkirinên li dadgehê, destwerdanên polîsan ên li qadê, her wiha sansura dîjîtal nîşan dan ku çalakiyên pîşeyî yên rojnamevanan bi zextên piralî rû bi rû dimînin.
Binpêkirinên di meha adarê de nîşan dan ku rojnamegerî her ku diçe ne wekî mafê agahdarkirina raya giştî, lê wekî qadeke destwerdana dadwerî û îdarî tê dîtin. Ragihandina nûçeyan, şopandina pêşketinên civakî, ragihandina daxuyaniyên çapemeniyê û parvekirina agahiyên ji qadê vê mehê jî bû hedef. Ev hedefgirtin jî rasterast mafê agahdarkirina raya giştî têk dibe.
Sînordarkirinên li ser rojnamevanan, bi taybetî li eywanên dadgehê, destwerdanên polîsan ên li qadê û sînordarkirinên gihîştina platformên dîjîtal, nîşan didin ku zexta li ser çapemeniyê ne tenê bi qadekê tenê ve sînordar e, lê bi awayên hevdu temam dikin, dewam dike. Van binpêkirinên ku rojnamevanên jin hedef digirin, şert û mercên xebatê bêtir nebaş kirine, cîhê çapemeniya rexnegir û azad teng dike.
Siyasetek domdariye
Rewşa ku di meha adarê de derket holê nîşan dide ku zextên li ser rojnamevanan ne bûyerek bi tena serê xwe ye, lê belê siyasetek berdewam e. Ji bo ku rojnamevan bikaribin bi azadî, ewlehî û di şert û mercên wekhev de bixebitin, pir girîng e ku ev binpêkirin werin dîtin, werin belgekirin û têkoşîna kolektîf a ji bo parastina azadiya çapemeniyê were berfirehkirin.
Rojnamegerên girtî:
*Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
*Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
*Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
*Ozden Kinik – Xebatkara TRT'yê
*Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) "