Xizmên girtiyan ji bo girtîgehan car din bang kirin
Xizmên girtiyan di çalakiya nobeta edaletê de bêdengiya partiyên siyasî rexne kirin, bang kirin û gotin: “Bila ev zilm bi dawî bibe”.
Amed – Xizmên girtiyan carek din li ber Edlileya Amedê bang kirin û xwestin girtiyên nexweş û ên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Medê ((MED TUHAD FED, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komelya 78'an a Amed û Rihayê û Ayşe Çîçek a xuşka Alî çîçek ê ku li Girtîgeha Amed di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû jî hatin ber edliyê û piştgirî dan malbatan.
“Li ser sozê xwe nesekinîn”
Li ser navê malbatan daxuyanî ji hêla Reşahat Ada ve hatin dayîn. Reşahat Ada balkişand ku Wezîrê Edaletê wan ji nedîtî ve tê û wiha axivî: "Wezîrê Edaletê bi mehan e me nabîne. Em çûn Enqerê û me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir, ji bo çareseriya pirsgirêkan me alîkarî xwest. Soza ku wê bi me re bibin alîkar dan. Lê li ser sozê xwe nesekinîn. Girtî di bin tecrîdê de ne û înfazên wan tên şewitandin. Girtî di bin zilmê de ne bila ev zilm bi dawî bibe. Zarokên me ne bêxwedî ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Bila herkes vê baş bizanibe. Heta ku girtiyek jî li girtîgehê bimîne wê têkoşîna me bidome."
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq hiqûq edalet” û bi çepikan bi dawî bû.