Jinên Şengalê: Em êşên xwe jibîr nakin
Bi boneya salvegera teqîna Til Ezêr û Sîbayê bi pêşengtîya Rêveberîya Xweser li cihê buyerê meş û merasîm hat darxistin.
Şengal – Di salvegera 15’mîn ya komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Ezêrê de ji bo bîranîna cangoriyan bi pêşengtîya Rêveberîya Xweser bi beşdarbûna heyetek ji YNK’ê û bi sedan Şengaliyan merasîmek girseyî hat lidarxistin.
14’ê Tebaxa 2007 bi 4 kamyonên bombe barkirî, dibin xalên kontrola hêzên arteşa Iraqê û peşmergeyên PDK’ê de li 3 cihênTil Ezêr û Sîba Şex Xidir hatin teqandin. Hêzên PDK’ê ku parastina wan gunda dikir berî teqîn çêbibe 2 seatan ji wan gundan derketibûn. Di wê teqînê de 600 kes jiyana xwe jidest dan, 700 kes jî birîndar bun, 250 mal û dikan jî hilweşiyan. Birîndarên ku wê demê bi helikopteran rakiribûn nexweşxane heya niha ti agahî ji wan ne hatiye girtin.
Bi boneya vê rojê jinên Şengalê jî peyam dan û gotin: “Ji bo carek din em rastî fermanan neyên pêwîst e civaka Êzîdî rabin ser xwe û ji bo xweseriya Şengalê têkoşîn bikin.”
“Em ê heqê şehîdên xwe erdê ne hêlin”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Şengalî li ser girîngiya rojê ji ajansa re axivî û wiha got: “Meha 8 mehekî reş e. Îro jî salvegera teqînaTil Ezêr û Sîba ye. Hevîya me ji hemu gelê Êzidî ew e ku xatira vê rojê û xatira şehîda rabin ser xwe, wê rojê ticarî jibîr nekin û her sal bibîr bînin. Weke dayîkên Şengalê jî heya em saxin em ê ji bo şêhîdên xwe wê rojê bibîr bînin. Ji bo cangorîyên hêja ku wê rojê canê xwe dan her sal em meş û bîranînên xwe çekin. Em heqê şehîdên xwe erdê nahêlin.”
“Destê wan jî di teqînê de hebu”
Wetha Şengalî di berdewamiya nêrînên xwe de bal kişand ser xiyaneta PDK û wiha got: “Ew kesên ku parastina Til Ezêr û Sîba dikirin xayîntî li Til Ezêr û Sîba kirin. Destê wan jî di wê teqînê de hebu, zarok, dayik, keç û xort şehit bûn. Mirovên hov qetlîam kirin, keçên me birin firotin, tecaviz kirin. Meha Tebaxê 1’ê mehê heya 17’ê mehê her rojek wê rojên reş in. Em cangorîyên vê mehê hemu bibîr tînin.”
“Li beramberî fermanan berxwedaniyê bihêz bikin”
Endama YNK’ê ya li Şengalê Besîma jî ji bo bîranîna rojê nêrînên xwe bi vî awayî anî ziman: “Ji bo bîranîna 15’ê salên ku li ser teqîna Til Ezêr û Sibayê re derbasbuye em îro li vir amade bune. Di wê teqînê de bi sedan şehîd çêbûn. 3’ê mehê fermana 74’an, 14’ê mehê teqîna Til-Ezêr û Sîba, 15’ê mehê jî qetlîama Koço çêbûn. Ji bo wê jî em meha Tebaxê weke meheke reş bi nav dikin.”
Endama YNK’ê ya li Şengalê Besîma di berdewamiya axaftinên xwe de hêvî ji civaka Êzidî kir ku tekoşîn û berxwedanîya xwe bi hêztir bikin.