WHO: Li Sûdanê Bi milyonan mirov hewcedarê alîkariyê ne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku ji ber şer, koçberî û werza baranê, nexweşiya kolerayê li Sûdanê bi lez belav dibe û rêjeya mirinê gihîştiye ji sedî 13.7. NY’yê hişyarî da ku metirsî heye ku bajarê El-Ebyad bibe mîna El-Faşêr.

Navenda Nûçeyan – Ji ber berdewamiya şer, pevçûn û berfirehbûna pêlên koçberiyê, têkçûna xizmetên bingehîn û kêmbûna xwarin û lênihêrîna tenduristiyê, êş û azarên niştecihên Sûdanê her ku diçe zêdetir dibin. Di heman demê de fikarên ji ber xirabûna rewşa mirovî roj bi roj mezin dibin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku dibe belavbûna nexweşiya kolerayê li Sûdanê hîn zêdetir bibe. Rêxistinê destnîşan kir ku şer, koçberî û destpêkirina werza baranê qeyrana mirovî ya li welat hîn girantir dike. Her wiha ji aliyê Rêxistinê ve hat piştrastkirin ku nexweşiya kolerayê ya ku di 27’ê Hezîrana borî de belavbûna wê hatibû ragihandin, herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî hezar û 300 kesên din jî pê ketine. Ev nexweşî li çend parêzgehên Sûdanê belav dibe, nexasim li Darfûr û Kurdofanê ku li wir gihîştina xebatkarên tenduristiyê û alîkariyên mirovî bi giranî astengkirî ye.

Ji ber kolerayê rêjeya mirinê gihîştiye ji sedî 13.7

Nûnerê rêxistinê yê li Sûdanê bal kişand ser wê yekê ku rêjeya mirina ji ber kolerayê li welat gihîştiye ji sedî 13.7, ku ev rêjeyeke pir bilind e. Her wiha da zanîn ku tê çaverêkirin werza baranê rewşê hîn xirabtir bike. Nûner anî ziman ku kolera nexweşiyeke wisa ye ku bi lez belav dibe û dibe sedema zikêşiyeke giran; ger ava vexwarinê û ava kanalîzasyonê bi rengekî guncav neyên paqijkirin, dikare di demek kurt de bibe sedema mirinê.

Bi milyonan mirov hewcedarê alîkariyê ne

Rêxistinê piştrast kir ku Sûdan niha rûbirûyî mezintirîn qeyrana mirovî ya cîhanê ye û zêdetirî 33 milyon mirov pêdiviya wan bi alîkariyê heye, her wiha 21 milyon mirov jî hewceyî xizmetên tenduristiyê ne. Nûner fikarên xwe yên kûr li ser rewşa bajarê El-Ebyad ê dorpêçkirî anî ziman, ku li wir sazî û navendên tenduristiyê di bin zexteke giran de ne û ji ber şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, gihandina alîkariyên mirovî pir zehmet bûye.

Metirsiya ku El-Ebyad bibe mîna El-Faşêr

Di destpêka vê mehê de, berpirsê Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku karesateke mirovî li bajarê El-Ebyad diqewime, mîna ya ku li bajarê El-Faşêr ê li parêzgeha Darfûra Bakur qewimî, ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn sala borî piştî dorpêçkirineke dirêj desteser kiribû. Wî piştrast kir ku metirsiyeke mezin heye ku ev bajar jî bibe mîna El-Faşêr, an jî rewş hîn xirabtir bibe.