Di lutkeya Sahrawî de piştgirî dan Rojava

Li kampên Koçberan ya Sahrawî ya li başûrê Cezaîrê, bi beşdariya çalakvanên ji welatên cûda ‘Lutkeya Piştevaniya Sahrawî’ hate li darxistin. Di lutkeyê de peyama piştevaniya bi Rojava re hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li kampên Koçberan ya Sahrawî ya li başûrê Cezaîrê, bi beşdariya gelek çalakvanên ji welatên cûda ‘Lutkeya Piştevaniya Sahrawî’ hate li darxistin. Di nava çalakvanên beşdarî lutkeya li kampa Boujdour ya nêzî Tindouf, hatî li darxistin de çalakvana avhewayê Geta Thunberg ku di demek nêz de serdana Tirkiye kiribû, nivîskar û zanistgera pêwendiyan Kerem Schamberger jî cih girt.

Bal kişandin ser êrişên li ser Rojava

Beşdarvanên ku ji welatên weke Filistîn, Şili, Kolombiya, Spanya, Almanya, İsveç, Japonya, Litvanya, Hirvatistan, ABD û Îtalya beşdarî lutkeyê bûn, piştevaniya xwe nîşan dan. Di lutkeyê de pêşkêşiyek li ser mijara rewşa niha ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, piştî hilweşandina rejîma Baas, êrişên Tirkiye hate rawestandin û bi armanca piştevaniya bi gelê Sahraya Rojava re peyama ku Komîna Enternasyonalên Rojava şandî hate xwendin.

Sahrawî kî ne?

Sahrawiyên ku ji sala 1975’an heta niha dibin dagirkeriya Mexrîbê de dijîn, hinek jê ji êrişên artêşa Mexrîb reviyan, li başûrê Cezaîr li 5 kampên ku weke kampên berxwedanê bi navkirine bi cih bûne.  

Tevgera Azadiya Sahrawiyan a bi navê Eniya Polîsario, li dijî mêtingeriya Mexrîbê, hem bi riya leşkerî û hem jî bi riyên aştiyane têdikoşin. Eniya Çeperê Polîsario tevgerek e xwedî meylê sosyalîst e ku rizgariya jinê dike navenda têkoşînê û bi têkoşîna gelên din ên tên çewisandin re di nav piştevaniyê de ye. Sahrawiyan û Eniya Polîsario ya rêxistina wê ya azadiyê ye, li dijî dagirkerî û metîngeriya dewleta Mexrîbê bi salan e têdikoşe.