Rohilat Efrîn: Parastin, rêxistinkirin û têkoşîn riya xelasî û serkeftinê ye
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn diyar kir ku dinya di nav qeyranek re derbas dibe û yê ku vê qeyranê bi dawî bike û azadiyê bi dest bixe, jina pêşeng e û got: “Parastin, rêxistinkirin û têkoşîn riya xelasî û serkeftinê ye.”
Hesekê – 1’emîn Şêwra Jinên Sûrî ku îro ji aliyê hemû rêxistinên jinan, siyasetmedar, rewşembîr û pêkhateyên herêmê ve hat lidarxistin, bi axaftin û nîqaşên girîng didome.
‘Dewleta Osmanî dewletek dagirker e’
Parazvan û çalakvana sivîl Beşîra Cemal Dîn, pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe û daxwazên jinan, ji ajansa me re nirxand. Beşîra diyar kir ku hebûna jinê di nivîsandina destûra Sûrî de girîng e û ewê guhertinên nû ji bo Sûriyê bîne. Beşîra wiha got: “Jinê rol û hebûna xwe di qada zagonî, leşkerî û siyasî de girtiye. Di nivîsandina destûra nû ya Sûrî de hebûna jinan erkek e. Ji ber ku bi riya jinê, jiyanek azad û demokrat ava dibe. Piştî hilweşandina Rêjîma BAAS’ê, guhertin di rêbazê perwerdê de hat çêkirin. Yek jê, peyva dagirkeriya Osmanî kir pêngava Osmanî. Em hemû dizanin ku dewleta Osmanî xaka me bi salan e dagir dike û heya niha jî ew dagirkerî didome. Lewma di destûra Sûrî de an jî çi biryarên girêdayî Sûrî were derxistin, gerek nêrîn û rola jinê û civaka Sûrî ji her alî ve were girtin.”
‘Parastin, Rêxistinkirin û têkoşîn riya xelasiyê ye’
Di berdewama Fourumê de Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn berxwedana şervanên QSD, YPJ û YPG’ê ya li bendava Qereqozatê pîroz kir û wiha got: “Îro dinyayek di nava qeyranê de ye, ne tenê gelê Sûrî, yê ku vê dinyayê xelas bike û azadiya gelan bidest bixe, jina pêşeng û azad e. Di sekna jina azad de wê jiyana mirovahiyê misoger bike û mafê her pêkhateyî were parastin. Armanca êrîşên ku niha li ser bendava Qereqozatê pêk tên, tunekirina îrade û hêza jinan a birêxistinkirî ye. Şerê ku niha tê meşandin, şerê mirovahî û şerê parastinê ye. Ger ku em daxwaza jiyanek azad û bi rûmet dikin, îro erka her jinek, berî nan û avê parastin esas e. Heya îro êrîş li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heye, ji bo parastina deskeftiyên şoreşa me rojane em şehîdan didin. Di kêliya ku tê de dibêjin Sûriya nû de, ev tê wateya ku şerekî ferasetî û qirêj li ser jinan tê meşandin. Peyama me jî ew e ku yê me xelas bike, parastin, rêxistinkirin û têkoşîn e.”
‘Rêveberiya Xweser mînaka parastina mafê her netew û mezhebê ye’
EndamaYekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan balkişand ser girîngiya parastina pêkhateyan a di nav Sûriyê de û wiha got: “Berxwedana gelan bû sedema hilweşandina Rêjîma BAAS’ê. Lewma em gelê Ermen jî, di qada şoreşê de xwedî rol û misyon in. Îro ger hebûna jinê di Sûriyê de tê redkirin, nayê wateya nûkirinê. Em vedigerin heman sîstema BAAS’ê. Em gelê Ermen daxwaza hebûna jina Ermen di avakirina Sûriya nû de dikin. Em dikarin Rêveberiya Xweser ji bo parastina mafê her kesî mînak bidin.”
‘Hebûna jinê li Sûriyê ewê nûbûn, azadî û demokrasiyê ava bike’
Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Leyla Qehreman da zanîn ku berxwedana 14 salan a gelan sîstema Rêjîma BAAS’ê hilweşand û dê ev berxwedan serkeftinê misoger bike. Leyla nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman: “Piştî 14 salan ji berxwedanî, têkoşîn û fedekariya gelê Sûriyê, xeyalên xwe mezintir kirin û kêliya hilweşandina rêjîma BAAS wekî encama keda salan dîtin. Lê di avakirina Sûriya nû de redkirina jinan, nedîtina berxwedan û têkoşîna bi salan a gelan, nayê qebûlkirin. Bi hebûna jinan emê bikaribin Sûriyeke nû bidin avakirin. Em vê forûmê pîroz dibînin ku em jin ji her ol, bawerî û pêkhateyê li hev kom bûne û nîqaş ji bo rewşa jinan a li Sûriyê tê kirin.”
‘Feraseta êrîş û hedifgirtina jinan di redkirina jinan a li Sûriyeya nû de berdewam dike’
Berdevka kombûna jinên Zenûbiya Şehrezad Casim diyar kir ku êrîşên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, jinan dike hedef û wiha anî got: “Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir, jinan kir hedef. Îro jî di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de heman feraset dewam kir û jin bûn hedef. Di avakirina Sûriya nû de ger ku jin were redkirin, emê bibînin ku ew feraset yek e, tu ferq û cudahî di nava wan de nabînin.”
‘Dewlemendiya rengê jinan a di Forûmê de, serkeftina Rêveberiya Xweser nîşan dide’
Endama Mala jinên Êzidiyan Hediya Şemo destnîşan kir ku neqebûlkirina jina Êzidî, redkirina jinan û binpêkirina kiryarên ol û baweriyan e. Hediye Şemo ev feraset şermezar kir û wiha got: “Di Sûrî de jin gelek êş û zehmetî dîtin, li beramberî wê jî têkoşîn, berxwedanî, riya xelasiyê bijartin. Lewma em Sûriyek bê hebûna jinê qebûl nakin. Emê Sûriyeke bi deng, reng û hişmendiya xwe bidin avakirin. Îro dewlemendiyek vê forumê heye, ev dewlemendî mînaka serkeftina sîstema Rêveberiya xweser nîşan dide.”
Di Forumê de hunermenda Kurd Mizgîn Dahir jî axivî û diyar kir ku jinê bi reng, deng û felsefeya xwe perdeya tarîtiyê çirandiye, ji bo parastina mozaîk, çand û nasnameya jinan ewê ked û têkoşînan bidin .
Foruma şêwrê bi nîqaş û tevlîbûna çalakvanên jin ên ji Şam, Lazqiyê, Humosê berdewam dike .