Welatiyên Şehbayê li hemberî êrîşên ser Goristana Efrînê meşiyan
Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina derxistina cenazeyên şehîdan li Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, li Kantona Şehbayê meş li dar xistin.
Şehba- Bi armanca şermezarkirina derxistina dewleta tirk a dagirker cenazeyên 73 pakrewanan li Efrînê yên ku di rojên dawî ji Berxwedana Serdemê ya li Efrînê şehîd bûne, Meclîsa Malbatên şehîdan ya Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehba li dar xistin. Bi sedan şêniyên Efrînê û endamên sazî û dezgehên sivîl tevlî meşê bûn. Di meşe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komkujiya Til Rifet, wêneyên pakrewanên Berxwedana Serdemê, alên Meclîsa Malbatên Şehîda û pankertên bi nivîsa "Efrîn rûmeta me ye em ê rûmeta xwe biparêzin" hatibûn hildan. Meş ji qada navçeya Ehrezê despêkir û heya goristana pakrewanên Berxwedana Serdemê ya navçeyê dom kir.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Meclîsa Malbatên Şehîda ya Herêma Efrîn, Hacer Miho axivî.
“Em ê nirxên xwe biparêzin”
Hacer Miho bal kişand ser hovîtiya dewleta tirk derheqê şehîdan de û wiha vegot: "Dewleta tirk bi destekdayina hemû dewletan êrîşî Efrînê kir, me wek gelê Efrînê li dijî van êrîşên hovane 58 rojan li berxweda. Me bi serbilindî şehîdên xwe yên Berxwedana Serdemê spartin axê. Niha jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê cenazeyên pakrewanên me ji bin ax derdixîne û wek komgoreya giştî bi nav dike. Ew pakrewanên gelê Efrînê ne. Em wek malbatên şehîdan şopa wan bişopînin û nirxên xwe biparêzin."
“Em ê xwedî li hestiyên zarokên xwe derkevin”
Dayika pakrewan Şakir û Heyder Medîne Reşîd wiha helwesta xwe ji li dijî van kiryaran anî ziman: "Dewleta tirk tu rêzdarî ji mirovên ku jiyana xwe ji dest dane nagire, ev kiryarekî bê exlaqiye wijdanê mirovan vê yekê tehmûl nake. Em kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê şermezar dikin, di heman demê de em bêdengiya cîhanê li hember vê hovîtiyê şermezar dikin. Em ê tola pakrewanên xwe ji dagirkeriyê hilînin."
“Serê me bi pakrewanan bilind e”
Hevjîna pakrewanekî berxwedana Serdemê Semîra Şêx Mûsa têkildarî vê mijarê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Em Daketine qadan û çalakiyên xwe li dar dixin, ji bo şermezarkirina îdiayên dewleta tirk di derheqê pakrewanên me yên li Efrînê de. Erdogan şehîdên me ji gorên wan derdixe, em vê yekê tu carî qebûl nakin. Em ê tu carî serî ji dagirkeriyê û kiryarên wan re netewînin. Serê me bi pakrewanên me bilind e. Netewên Yekbûyî û mafên mirovan li hember van kiryaran bêdeng in. Bêdengiya wan tê wateya hevkariya bi dewleta tirk a dagirker re."