Wê têkoşîna jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ mezin bibe

Meclisa Jinan a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe ya ku tê de xeta têkoşîna siyasî ya serdema nû diyar kir de, bal kişand ser bandorên xirab ên şer li ser jinan û destnîşan kir ku bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berxwedana jinan wê mezin bibe.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) roja Yekşemê 20’ê Cotmehê bi armanca nîqaşkirina xeta têkoşîna siyasî ya serdema nû civînek li dar xist. Meclisa Jinan a DEM Partiyê encamnameya civînê eşkere kir.

Di encamnameya ku bi sernavê “Jin dê bibin pêşengên têkoşîna li dijî şer” hat weşandin de bal hat kişandin ku şerê dewletan zext, tundî û newekheviya ku li ser jinên Kurdistan û cîhanê tê kirin kûrtir kiriye.

 Di encamnameyê de hat diyarkirin ku şerên ji bo desthilatdarî û parvekirinê, bi taybetî yên li  Rojhilata Navîn tên meşandin, weke xizanî, tundî û îstîsmarê li ser gelê herêmê û jinan didome û wiha got: “Van şeran jinan neçarî koçberiyê kirin û bûn hedef. Rojhilata Navîn ber bi kaosê ve tê kişandin û ji aliyê rejîma Siyonîst a Îsraîlê ve tê xwestin ji nû ve bê dîzaynkirin. Êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistîn û Lubnanê, vekişîna Îranê ji nava şer û hewldana jinavbirina navendên cuda yên berxwedanê yên li herêmê, tevgerên rejîman ên ku ne tenê îro dixwazin ava bikin. Di rastiyê de rejîma AKP-MHP’ê bi fikara ku wê nikaribe di vê dîzaynê de cih bigre, ji bo bloka li dijî desthilatdariyê bi taybetî jî têkoşîna me ya azadiya jinan belav bike, her cure rêbazan bi kar tîne.”

‘Têkoşîna hevpar û yek pêwîst e’

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku bi zanebûn êrîş li dijî dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ya ku bûye sembola têkoşîna jinan a gerdûnî û navneteweyî tê kirin û wiha hat gotin: “Eşkere ye ku têkoşîna yekbûyî ya jinan a rêxistinkirî li dijî şîdeta mêr bilind dibe. Em li ku bin jî em ê dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' biqîrin. Bi berxwedan û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî van polîtîkayên tundî û çewisandinê, em ê tevneke berfireh a jinan a navneteweyî li cîhanê mezin bikin. Jin wê li dijî şeran bi rêxistinkirina têkoşîna wekhevî û azadiyê ya li dijî desthilatdariyên serdest ên mêr tevgereke aştiyê ya bi rûmet ava bikin.”

‘Em ê aştiya bi rûmet bi hev re ava bikin’

Di metna encamnameyê de ev tişt hat gotin:

“Di vê çarçoveyê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di navenda têkoşîna jinan a li dijî şer de cih digre û di aştiya civakî de xwedî roleke girîng e. Ev têkoşîn berxwedanek e ku jin ne tenê ji bo mafên xwe, di heman demê de ji bo avakirina bingehên aştiya civakî û edaletê didomînin e.

Em ê bi hev re li dijî rejîma faşîst a ku di şer de îsrar dike, bi êrişa li ser Dayikên Aştiyê yên li Silopiyê, her roj operasyonên li dijî partiya xwe, bi polîtîkayên bêcezakirinê rewakirina tundiya mêr, kûrkirina tecrîdê û îsrara şer, aştiyeke bi rûmet ava bikin.

Rewşa birêz Ocalan ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, karektera faşîst a vê rejîmê derdixe holê. Tundiya li ser jinan, komkujî û xizaniya jinan bi tecrîdê re paralel kûr dibe; Polîtîkayên yekperest ên hikûmetê li ser hemû beşên civakê dimeşîne.

‘Cînayetên jinan encama polîtîkaya sîstema mêrên serdest e’

Cînayetên jinan ne bûyerên yekane û takekesî ne. Ev cînayet encamên polîtîkayên pergala serdest a mêr in. Bi taybetî kuştina jin û zarokan ku dişibe bîlançoya şer di 10 mehên sala 2024’an de me şahidî kir û cezayên bêcezakirinê yên ku di dozên kuştina jinan de tevî van hemûyan berdewam dikin, rê vekir. Nedîtina Rojîn Kabaîş a 18 rojan, her wiha her roj 4 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, destdirêjî li zarokan tê kirin, welat veguheriye welatê jinên tên qetilkirin û windakirin.

Girîngiya jiyanî ya Peymana Stenbolê ya ku li dijî şîdetê xwedî erka pêşîgirtin û parastinê ye, bi zêdebûna kuştina jinan re ji nû ve hat fêmkirin û pêkanîna peymanê wê bibe parçeyek girîng a têkoşîna me. Em ê li dijî polîtîkayên ku qetlîamên jinan rewa dikin bi polîtîkayên bêcezakirinê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

‘Em têkoşînê mezin dikin!’

Polîtîkayên şerê taybet ên hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê li hemberî jinên ciwan berdewam dikin. Bûyerên îstîsmarê yên li zanîngehên Harran û Mûnzûrê mînakên herî zelal ên van polîtîkayên şerê taybet in. Em ê nehêlin ev çete bi azadî di nava civakê de bigerin. Ji Colemêrgê heta Stenbolê, ji Mêrsînê heta Rihayê em ê li her cihê ku lê bin, li dijî çeteyên mafyayê yên ji aliyê dewletê ve tên xurtkirin, têkoşîna xwe berfireh bikin.

Di encama polîtîkayên kapîtalîst ên neolîberal de, bi belavbûna taybetiyên di bin navê veguherîna tenduristiyê de, tenduristî û jiyana civakê, jin û zarok hedef hatine girtin.

Çeteyên ku ji bo kuştina pitikan tên erkdarkirin, nîşaneyên pergala qirêj û xirab in ku ji hêla polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîst ve hatine afirandin. Têkiliya van çeteyên kujerên pitikan bi gelek dewletan re di van demên dawî de bûye yek ji dîmenên herî tirsnak ên vê fermanê ku jinan dikujin. Em ê ji van çeteyan û hêzên wan ên siyasî yên li pişt wan hesab bipirsin.

 ‘Em ê keda xwe biparêzin’

Ji bo jinên astengdar ên ji hemû qadên jiyana aborî, civakî, çandî û siyasî hatine îzolekirin, bi hev re em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Em destûrê nadin qanûnên curbecur û qetlîamê. Em ê li dijî bêqîmetkirina keda jinên ku bê ewle dixebitin, ji keda malê bigre heta kargehan heta kolanan têkoşîna herî xurt bimeşînin. Em ê nehêlin keda jinan bê desteserkirin. Weke jinên di çandinî, pîşesazî û malê de dixebitin em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina keda xwe bidomînin.

Em ê jiyana xwe û mafên xwe biparêzin. Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' em bang li hemû jinan dikin ku tevli vê têkoşînê bibin û hevgirtina xwe mezin bikin. Jinên rêxistinbûyî bi hêz in, em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî guhertinan bidomînin.”