Li Kenyayê lehî: 228 kes jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên di lehiya ku ji ber barana zêde ya li Kenyayê rabû de jiyana xwe ji dest dan derket 228’an. Ji bo herêmên peravê hişyariya bahozê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Kenyayê zêdetirî 3 hefte ye barana bi bandor berdevam dike. Ji ber barana zêde û lehiya ku rabû bîlanço giran dibe. Berdevkê hikumetê Isaac Mwaura daxuyand ku di nav 24 seetan de 2 ji wan zarok 9 kes jiyana xwe ji dest dane. Bi vê hejmarê re li welat bi giştî ji ber lehiyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 228’an.

212 hezar û 630 kes neçar man malên xwe biterikînin

Isaac Mwaura diyar kir ku ji ber lehiyê 164 kes birîndar bûne û got ku 72 kes jî winda bûne, 212 hezar û 630 kes jî neçar mane malên xwe biterikînin. Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmên ji lehiyê bi bandor bûne berdewam dikin.

Hişyariya ji bo bahozê

Li aliyê din rayedaran der barê nêzîkbûna Bahoza Hîdaya de jî hişyarî dan. Rayedaran diyar kirin ku bahoz ji bo herêma peravê metirsiyê çêdike û diyar kirin ku dê di rojên pêş de barîna baran û bayê xurt zêde bibe. Rayedaran bang li welatiyan kirin ku baldar bin û lez bidin xebatên tehliyeyê.

Di nav welatên Afrîkaya Rojhilat de, Kenya, Tanzanya, Burundî û Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber lehiyên ku ji ber barana zêde çêbûn zirarê dibînin.