Konferansa jinên ciwan bi encamnameyek bi dawî bû

Konferansa Pêşengiya Jinên Ciwan di Şoreşa Jinê de ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Qamişlo - Yekemîn Konferansa Pêşengiya Jinên Ciwan di Şoreşa Jinê de ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” hatibû destpêkirin, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Piştî guhdarkirina peryamên jinên cîhanê û nîqaşkirin û nirxandina herdu mijarên konferansê yên Netewa Demokratîk û Konfederasyona Demokratîk a Jinan, konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di konferansê de ev nêrîn û biryar hatin girtin û wiha veguherîn encamnameya dawî ya konferansê:

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

“Ji Rêbertî re:

Rêber Apo zêdetir naskirin û hêz da azadiya jinê. Li ser vê bingehê rênîşandan da û nexşeya rê ya şoreşa jinê xêz kir. Ji bedewî, hêza fikir, parastina bi bandor, seferberî û rêxistinbûyîn re bingehê hebûna jinê ava kir. Ji ber vê yekê divê jina ciwan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike ramûsa azadiyê û ber bi azadiya jinê ve biçe. Di vê çarçoveyê de:

1. Xistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo navend û bingeha fikir û xebata jina ciwan.

2. Di bin diruşmeya (Jin, Jiyan, Azadî, Piştgiriya Azadiyê) ji Sûriyeyê dest pê dike û digihêje Rojhilata Navîn, ji bo azadiya fizîkî ya Fermandar Apo, avakirina eniyek rêxistinkirinê.

3. Nexşeyên derbarê werzîşê de:

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo avakirina civakek bi tendurist, exlaqî û polîtîk a li ser bingeha têkoşîna li dijî tiryakê ya werzîşê û kûrkirina pergala xerîdar, li Rojava li ser asta Rojhilata Navîn pêşbaziyek werzîşê organîzekirin.

Ji bo têkoşîn û avakirina pergala jinên ciwan:

Jina ciwan ji bo şoreşa jinê pêş bixe û bi ser bikeve xwe dispêre 5 rêgezên îdeolojiya azadiya jinê û li ser vê bingehê plansaziya çalakiyê derdixe ku wiha ye:

1. Jinên ciwan di avakirina sîstema konfederalîzma jinan de rola pêşeng û bi bandor dilîzin.

2. Pêkanîna çalakî û xebatên ku ji bo avakirina konfederalîzma jinên ciwan ên Sûriyeyê.”

Konferans bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.