UNICEF: Li Xezayê 1,7 milyon Filistînî ji cihê xwe bûn

UNICEF’ê ragihand ku nêzî 1,7 mîlyon Filistînî li Zivala Xezayê koçber bûne ku nîvê wan zarok in.

Navenda Nûçeyan - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber êrîşên Îsarîlê ên li ser Xezayê nêzî 1,7 milyon Filistînî koçber bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nîvê kesên koçber bûne zarokên ku bê av, xwarin, sotemenî û dermanan mane û hat destnîşankirin ku pêwîstiya zarokên li Xezayê bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye.