Siyasetmedar Huda Mansûrî: Divê jinên Tûnisê têkoşîna xwe bikin yek

Jinên Tûnisê armanc dikin têkoşîna wan a mafan ku li her qadê dimeşînin bê dîtin. Siyasetmedar Huda Mansûrî, da zanîn ku divê jinên herêmê têkoşîna xwe bikin yek.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Têkoşîna jinên Tûnisê yên di qada siyasetê de roj bi roj mezin dibe. Tevî ku li gorî salên berê rêjeya beşdarbûna jinan a parlamentoyê kêm bûye jî di têkoşîna ji bo mafên jinan de şiyarî û îsrar zêde dibe. Siyasetmedarên jin ên Tûnisê di jiyana siyasî de bi feraseta serwer a mêr re têdikoşin, rolên di civakê de li ser jinan re hatine ferzkirin jî dişkînin. Aktîvîsta siyasî Huda Mansûrî, bang li jinên Tûnisê kir ku ji bo parastina doza hevpar, bihêzkirina hebûna wan a di qada siyasî de û têkoşîna li dijî pergala baviksalarî ya jinan biçûk dike hevgirtinek bê şert û merc nîşan bidin.

Endama Partiya Komarparêz a Tûnisê Huda Mansûrî, guherîna salên dawî ya li Tûnisê û bi taybetî jî gefên li siyasetmedar û aktivîstan ku ji ber karê wan tê xwarin, bi gotina "Rewşa li Tûnisê veguheriye komediyê" nirxand û destnîşan kir ku êdî atmosfera siyasî ji bo karkirina bi hêsan an jî avakirina plan û projeyên siyasî ji bo her cure muxalefetê ne guncaw e. Huda Mansûrî, da zanîn ku der barê hemû kesên daxwaza xwe ya namzediya serokomariyê tînin ziman de lêpirsîna edlî tê destpêkirin.”

'Li ser jinan rolên qalibgirtî tên ferzkirin’

Huda Mansûrî, anî ziman ku li seranserê cîhanê hebûna jinan a di nava partiyên siyasî de qels e û wiha got: “Jinên li welatên ku zêdetir demokratîk in jî bi heman pirsgirêkan re têdikoşin. Piraniya jinan bi rolên zayendiya civakî re berpirsyariyên xwe yên malbatî ji bo jiyana xwe ya siyasî tercîh dikin.” Huda Mansûrî, bal kişand ku divê li dijî feraseta ku jinan veder dike têkoşîn bidome û wiha got: “Divê jin têkoşîna xwe bikin yek. Pêwîst e ji bo bikevin nava karên siyasî gelek fedakariyan bikin. Di partiyan de li dijî jinan tu sînordakirin nîn e lê barê berpirsyariyên jiyanê û malbatê rola jinan dixe nava qaliban û bi sînor dike.”

'Divê mafên makeqanûnî bên zêdekirin'

Huda Mansûrî, da zanîn ku li Tûnisê jin li dijî mêran têkoşînek mezin dimeşînin lê zext û berpirsyariyên civakî li ser jinan zêdetir in û wiha got: “Dema em li welatekî bi demokrasiyê re karakterîzê bûye bijîn û hemû kes ji rêgezên mafên mirovan bawer bikin, rola jinan jî dê biguhere. Ji bo ku jin rolên xwe hin hêsantir bilîzin divê mafên makeqanûnî bên zêdekirin.”

Huda Mansûrî, da zanîn ku jinan li Tûnisê û li hemû herêman jêhatibûna xwe îsbat kirine û diyar kir ku yekane pêwîstiya wan beriya ku behsa rola zayendî ya civakî bikin, bi hawirdorek demokratîk a baweriya bi xwe cudahî, azadî, wekhevî û edaletê tê jiyîn heye.

'Mêr bi jinan re şer dikin’

Huda Mansûrî, diyar kir ku di civaka Tûnisê de tundiya siyasî yan jî cudakariya li dijî siyasetmedarên jin kûr bûye û wiha got: "Bi jinên siyasetmedar re rasterast û wek hevrikên siyasî şer nakin. Siyasetmedarên mêr bi taybetî armanc dikin ku xebatên siyasî yên jinên siyasetmedar kêm bikin, jinan veder bikin û bikaranîna vê mafê asteng bikin. Siyasetmedarên mêr mewzûatan digrin pişta xwe û bi jinan re şer dikin. Divê ji bo guhertîna vê yekê xebatên jinan hebin. Ji bo teşwîqirina jinan, rêzgirtina serkeftinên wan û xwegihandina zêdetirî jinan têkoşînek rast tê dayîn.”

‘Derbeya li ser azadiya ramanê’

Huda Mansuri, li ser Biryarnameya bi hejmar 54 a “Sererastkirina hukmên têkildarî sûcên sîstema înformatîk” ku di demên dawî de li Tûnisê di rojevê de ye û ji bo rayedaran “delîlên elektronîk berhev dike” jî diyar kir ku ev yek li dijî azadiya îfadeyê amûra zextê ye. Huda Mansoûrî diyar kir ku ev biryarname bi xwe re cezayên giran ên îfadeyê ku bi pênaseya “weşandina daneyên şaş” tê dayîn bi xwe re tîne, ev yek jî bi her kesê re fikar û rexneyan zêde dike. Huda Mansoûrî, bal kişand ku li cihê biryarnameya ku sektora medyayê sererast dike, cezayên zêde tên dayîn, ev yek jî li dijî azadiya çap û weşanê ye û her kesê asteng dike, li dijî azadiya îfadeyê ku destkeftiya herî girîng a şoreşê ye derbeyek e.

Huda Mansûrî bang li jinan kir ku têkoşîna femînîst mezin bikin, hevkarî û koordînasyona rêxistinên jinan, ji bo li Tûnis, Afrîka û hemû herêmê, hevsengiya hêzê û statuya jinan biguherîne, gavên girîng in.