‘Tundiya li ser jinan û kuştina bi navê namûsê’ li Xezayê hat nîqaşkirin
Yekîtiya Giştî ya Navendên Çandê li Xezayê ji bo piştgirîkirina jîngeha çandî, misogerkirina xurtkirina demokrasî û serweriya hiqûqê û pêşxistina însiyatîfa ciwanan a li dijî tundiya li ser jinan, xebatên xwe yên xurt didomîne.
NAGHAM KARAJEH
Xeza - Yekîtiya Giştî ya Navendên Çandê yên Xezeyê, ji bo ronîkirina mijara qetilkirina jinan a bi hinceta "namûsê" bi şêweya şanoyê û ji bo danasîna stratejiyên kampanyayên parêzvaniyê yên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, dewreyeke perwerdeyê li dar xist.
Yekitiya Giştî ya Navendên Çandê bi beşdariya 20 perwerdekar, nûnerên 10 saziyên çandê, dewreyeke perwerdeyê ya bi sernavê "Parastina Çandî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê (Kuştina Namusê)" ku 6 rojan berdewam kir, li dar xist.
Li ser şîdeta civakî ya li ser jinan hate nîqaşkirin
Koordînatora projeyan Rania El-Şurihi derbarê perwerdeyê de wiha got; "Perwerde di pêşkêşkirina mijaran de teng û mentiqî bû. Ji ber ku ew li ser lêkolîna civaka Filistînê, şêwaz û reftarên wê ku berhema adet, kevneşopî û wêneya qalibkirî ya ku em tê de dijîn, rawestand.”
Rania El-Şurihi diyar kir ku di perwerdeyê de bi taybetî li ser rola zayendî û girîngiya her cureyê wê hate nîqaşkirin, her wiha bi taybet têkoşîna li ser tundiya civakî ya li ser jinan hate nîqaşkirin û li gorî vê yekê jî xizmetên ku dikarin bên pêşkêşkirin hat bilêvkirin.
“Me zanyariyên nû bidest xistin”
Karsaz Soraya Al-Ajla jî derbarê perwerdeyê de wiha got: "Perwerde bi berferehî û ji aliyê agahdarî ve dewlemend e û me jêhatîbûn û zanyariyên nû bi dest xistin. Gelek mijarên girîng hatin nîqaş kirin, di nav de têgeha zayend û rola zayendî, qanûnên herêmî, mafên jinan û peymanên navneteweyî yên têkildarî van mijaran jî hebû.”
Çalakvan Hanîn Radwan qala girîngiya perwerdeyê kir û wiha pê de çû: "Perwerde di çarçoveya armancên inkubatorê afirîner a li Xezayê pêk hat. Ji ber ku ew me perwerde dike ji bo pêkanîna kampanyayên zext û parêzvaniyê û ronîkirina mijara kuştina jinan. Em fêrî gelek mijarên girêdayî jinan û mafên wan bûn, fêrî stratejiyên kampanyayê bûn.”