Tulay Hatîmogullari: Jinûve pênasekirina welatîbûna wekhev pêwîstiyeke lezgîn e

Tulay Hatîmogûllari ragihand ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de welatîbûna wekhev yek ji daxwazên bingehîn e û destnîşan kir ku destûreke bingehÎn a demokratîk yek ji pêwîstiyên bingehîn ên Tirkiyeyê ye.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, di 12’emîn Civata Giştî ya Asayî ya Federasyona Komeleyên Kafkasê (KAFFED) de têkildarî geşedanên nû axivî. Tulay Hatîmogûllari, qirkirin û sirgûna Çerkesan a 21'ê Gulana 1864'an bi bîr xist û Kafkasên ku hatine qetilkirin bi bîr anî. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku nêzî 1,5 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne û diyar kir ku divê ev êşa dîrokî neyê jibîrkirin.

‘Divê ziman, çand û nasnameya gelan bê mîsogerkirin’

Tulay Hatîmogûllari ragihand ku li Tirkiyeyê gel û baweriyên cuda bi hev re ne, lê belê newekhevî dewam dike û destnîşan kir ku mafê Çerkes, Abaza û gelên din ên Kafkas heye ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdê bibînin. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku beşên pêwendîdar ên li zanîngehan divê ji aliyê akademîk ve bêne xurtkirin û ji bo mezûn karibin li qada cemaweriyê bixebitin, merc bên afirandin. Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê ziman, çand û nasnameya gelan bên mîsogerkirin. Tulay Hatîmogûllari ragihand ku pasaporta Abhazaya divê di ketina Tirkiyeyê de weke belgeya ger û geştê bê qebûlkirin û bang kir ku astengiyên îdarî û hiqûqî yên li pêşiya mafê vegera li welatê xwe bêne rakirin.

‘Jinûve pênasekirina welatîbûna wekhev pêwîstiyeke lezgîn e’

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku jinûve pênasekirina welatîbûna wekhev pêwîstiyeke lezgîn e û got, daxwaza jiyana azad a bi bawerî û perwerdeya bi zimanê dayîkê ya Kurd, Çerkes, Ereb, Roman û komên cuda yên baweriyê mijara têkoşîna hevpar a demokratîk e. Tulay Hatîmogûllari ragihand ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de welatîbûna wekhev yek ji daxwazên bingehîn e û destnîşan kir ku destûreke bingehîn a demokratîk yek ji pêwîstiyên bingehîn ên Tirkiyeyê ye. Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku li Tirkiyeyê gel û baweriyên cuda bi hev re ne, lê belê newekhevî dewam dike û destnîşan kir ku mafê Çerkes, Abaza û gelên din ên Kafkas heye ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdê bibînin.

‘Gelekî girîng e ku her gel xwe bi rêxistin bike’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku maf ji ber xwe bi dest nakevin, bi têkoşîna rêxistinbûyî bi dest dikeve û got "Şert û maf e ku her gelek xwedî rêxistinbûneke xweser be. Ev yek jî wezîfe û berpirsyariya her gelî bi xwe ye. Pir girîng e ku her gel xwe bi rêxistin bike û daxwazên xwe bi şênberî deyne holê. Maf tenê bi vî rengî dikare bê bidestxistin. Kes li ser sêniya zêrîn maf nade gelekî. Di herikîna dîrokê de gel bi têkoşîn û rêxistinbûna xwe dema ku mafên xwe yên civakî kir daxwaza siyasî hingî bi ser ketiye û pêş ve çûye. Em bi vî rengî dikarin bipêşkevin.”

Tulay Hatîmogûllari di vê çarçoveyê de işaret bi girîngiya piştevaniya gelên Kafkas û ji bo demokratîkbûnê kir û got, "Ger Kurd destê xwe dirêjî gelên Kafkas, dirêjî Tirkan bike, bi destê hev bigirin, piştevaniyê bikin ev yek wê heta dawiyê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veke.”

Tulay Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jiyaneke azad a gel û baweriyên cuda, Tirkiyeyek demokratîk û wekhev tenê bi têkoşîna hevpar dikare bê avakirin.