Tulay Hatîmogûllari: Em ê li dijî darbeyê bênavber têbikoşin

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hat tayînkirin, axivî û got: "Li dijî darbeya bênavber em ji têkoşîneke bênavber re amade ne."

Mêrdîn- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û got ku dê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna koma Meclisê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a qeyûm lê hatiye tayînkiri li dar xist. Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi, Hevserokên Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, Berdevka TOP’ê Juliana Sozen, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz Feray Mertoglû û Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca tev li civînê bûn. 

Di komcivînê de ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û got ku ji Mêrdînê heta Êlih, Xelfetî û Esenyurtê dê darbeya qeyûm bi hev re têk bibin. Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku qeyûm di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an de hatine tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Ev zîhniyet, Kenan Evren, Tahsîn Yalçinkaya û Generalên 28’ê Sibatê tîne bîra me. Heke Kenan Evren bijiya dibê bigota; ‘Darbeya vê îktîdarê ji ya me baştir e.’” 

'Qeyûm tê wateya derbeya li dijî demokrasiyê

Tulay Hatîmogûllari, destnîşa kir ku bi qeyûman re mafê bijartin û hilbijartinê yê gel ji dest hatiye girtin û wiha pê de çû: “Armanca qeyûman ev e; ‘heke tu kurd bî tu nikarî bê hilbijartin.’ Qeyûm, tê wateya derbeya li dijî demokrasiyê, binpêkirina destûra bingehîn û binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm tê wateya nenaskirina îradeya siyasî ya gelê kurd. Ev rejîma faşîst bi tayînkirina walî, qeymeqaman dixwaze pergala şaredartiyê ji holê rake. Ji Esenyûrtê xuya bû ku ev rejîma qeyûm tenê zirarê nade kurdan û DEM Partiyê. AKP-MHP ji bilî xwe hemû partiyan tune dihesibîne. Mezintirîn astengiya li pêşiya tirkiyeyîbûnê, tifaqa AKP-MHP’ê ye.” 

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari, hedefnîşandana Bakirhan a ji hêla medyaya alîgir ve rexne kir û got ku ew ê heta dawiyê bi Bakirhan re bin. 

'Çareserî, parlamento ye

Hatîmogûllari destnîşan kir ku qeyûm ji bo rantê hatine tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Xebateke çeteyan û talankirinê ye. Her ku hejmara şaredariyên winda dikin kêm dibin, her ku ranta wan kêm dibe, tayînkirina qeyûman ji xwe re weke derman dibînin. Armanca tayînkirina qeyûm a li Esenyurtê jî ev e.” 

  Tulay Hatîmogûllari, bi lêv kir ku şaredarî ji bo wan ne çar dîwar lê kolan, gel û tax in. Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari daxuyand ku tayînkirina qeyûm binpêkirina Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî ye. Hatîmogûllari, bang li Meclisê kir û got: “Çareserî, parlamento ye. Ji bo çareseriya li Meclisê divê her kes destê xwe deyne bin kevir.” 

‘Em ê bi ruhê Wanê li ber xwe bidin’

Tulay Hatîmogûllari, herî dawî ev bang li muxalefetê, hêzên demokrasiyê û rêxistinê kedê û pîşeyî kir: “Em bi hev re xwedî li vê doza mafdar derkevin. Em duh dereng man û qeyûm tayînî Esenyurtê kirin. Heke vê carê jî em dereng bimînin, bila gumana we nebe ku dê qeyûman tayînî şaredariyên li rojavayê Tirkiyeyê jî bikin. Roj roja xwedîderketina li demokrasî, mafên mirovan, heq, hiqûq û edaletê ye. Em ê li dijî derbeya qeyûm bênavber têbikoşin. Em ê bi ruhê Wanê li ber xwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bikin.”