Tulay Hatîmogullari: Divê desthilat guh bide daxwazên gel
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku zextên desthilatê bandorek neyênî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike û got ku divê desthilat guh bide daxwazên gel û zextan bidawî bike.
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî.
Tulay Hatîmogullari di serî de komkujiya Enfalê bi bîr xist û ew roj weke “Şerma dîrokê” pênase kir û got: “Bi sed hezaran kes hatin qetilkirin û gund bûn goristan. Me ew êş ji bîr nêkir û emê ji bîr nekin. Daxwaza me ya edaletê zindî ye. Îsal jî wek her sal ji bo ku Tirkiye xwişk-biratiyê nîşanî Kurdan bide em ê pêşnûmeqanûna komkujiya Enfalê bidin Meclîsê da ku wek “komkujî” were qebûlkirin. Me ew êş ji bîr nêkir û em ji bîr nakin.”
‘Daxwaza me ew e kujer bên cezakirin’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser dosyaya Gulîstan Doku û got: “Di nav de kurê waliyê berê yê Dersîmê jî hebû. Gelek kes hatin binçavkirin. Ew geşedaneke erênî bû û daxwaza me ew e ku ew lêpirsîn biçe serî û kujer bên cezakirin. Bi heman awayî divê ji bo Rojîn Kabaîşê jî edalet pêk were. Çima bûyer tê veşartin. Heta kujerên Rojîn Kabaîşê bên cezakirin dê têkoşîna me bidome.”
‘Em bi hev re ji şer re bêjin na’
Tulay Hatîmogullari tekildarî geşedanên şerê li dijî Îranê jî anî ziman ku ew geşedana agirbestê erênî dibînin û wiha got: “Ji bo ew agirbest bi aştiyeke mayînde encam bigire ezmûna yekêmîn neyînî derbas bû. Divê dewletên cîhanê li dijî şer dengê aştiyê bilind bikin û em bi hev re ji şer re bêjin; na. Hezên mêtinger dixwazin li ser qetilkirina gelan li gor berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn mîsoger bikin. Divê dewleta Îranê jî bi zextên li ser gelen Îranê rê nede ber êrîşan û di vê de israr nêke. Rejîmên ku zextê li welatiyên xwe dikin rewabuna xwe jî winda dikin. Divê rejîma Îranê biryara darvekirina muxalîfan bi dawî bike û demokratîk bibe. Demokratîkbûna dewletan li dijî mudaxaleyên mêtingerî xurt dibe. Çiqas li demokrasiyê dûr bikeve ewqas jî ji mudaxaleyên dervê re vêkirî dibe. Em wek DEM Partî li dijî şer in.”
Krîza aborî
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku şerê li Îranê bandor li ser Tirkiyeyê jî dike û wiha domand: “Aboriya Tirkiyeyê her ku diçe têk diçe û qeyran mezin dibe. Welatiyên Tirkiyeyê nikarin debara xwe bikin. Cotkar ji ber bihabûna gubre û mazotê nikarinê çandiniyê bikin û gilî û gazinin. Ew desthilata ku niha nikare aboriyê bi rê ve bibe di pêvajoya şer de qet nikarê rêve bibe. Welatî tevî dixebitin jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Mûçeya asgarî hê em negehiştin meha Gulanê heliya. Divê maaşa asgarî li gor jiyaneke bi rûmet ku welatî bikarin debara xwe bikin bê diyar kirin û salê 4 caran bê nûjên kirin. Divê Tirkiye peymana ÎLO ya mûçeya asgarî qebûl bike. Her wiha divê şert û mercên karkeran bê baş kirin û hemû karker bi awayekî ku bikarin debara xwe bikin mûçeyekê bigirin. Karkerên madenê ku ji bo mafên xwe ber bi Enqereyê bi rêketinê silav dikin û dibêjin em li rex we ne û bi berxwedanê em ê bi serbikevin. Karker li ser kar ji bo sermayê hinek din qezenç bike jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku sermayê ewlehiya karkeran nagire, karker jiyana xwe ji dest didin. Berpirsyar kesên çav û guhê xwe ji vê re digirin ew in. Yên venêrînê nakin ew in. Xwedê şahide ku em ê wek DEM Partî yek bi yek hesaba vê bipirsin.”
‘Talana xwezayê didome’
Tulay Hatîmogullari îfade kir ku li Tirkiyeyê talana xwezayê didomê û wiha got: “Her der ji şîrketên madene re bi parsel hatinê firotin. Li dijî vê talanê em hemû di têkoşînê de ne. Gundî li dijî vê talanê di nobedê de ne. Ji bo parastina axa xwe di nobedê de ne. Ji Gîresunê heta Şirnex û Vartoyê erdnîgariya Tirkiyeyê û Kurdistanê di bin qirkirina xwezayê de ye. Welatî jî li dijî vê talanê di berxwedanê de ne. Lê desthilat li rex sermayedaran cih digirin û yên mafê karker û xwezayê diparêzin jî tên girtin. Em li vir hemû kesên ji bo parastina mafê karker û xwezayê hatinê girtin silav dikin.”
Civînên DEM Partiyê
Tulay Hatîmogullari derbarê civînên wan li darxistinê de jî da zanîn ku gelek geşedan û krîzên heyî rojeva wan bû û wiha axivî: “Me li ser van mijaran ji bo xurt kirina têkoşînê nirxandin kirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratik xebatên dikarin bikin me plansazî kirin. Gelek girtiyên siyasî weke Figen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş, Ekrem Îmamoglu û Can Atalay bi awayekî li dijî hiqûqî di girtîgehan de ne. Em careke din girtiyên siyasî li vir silav dikin. Her wiha Elewî hê jî rastî tunehesibandinê tên. Elewî dixwazin baweriya wan bi awayekî fermî bê qebûlkirin û di çerçoveya hemwelatiya wekhev de hemû mafên wan bên bi cih anîn. Her wiha jin rastî kuştin û tundiyê tên. Lê Wezareta Malbatî û Civakî weke ku ew yek tune ye xebatan dike. Ji aliyê din vê gel dixwaze sepanên qeyûman bi dawî bibe û hevşeredar vegerin ser karê xwe. Zextên muxalefetê bi dawî bibin. Ew zext bandorek neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Divê desthilat guh bide gel û van sepanan bi dawî bike. Em heta dawî li pişt banga Aştî û Civaka Demokratîk in. Ji bo vê jî xebatên xwe bidomînin û çi bibe bila bibe em dev jî vê têkoşînê bernadin.”
‘Di 1’ê Gulanê de li qadan bin’
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ew dê di 1’ê Gulanê de li dijî qetilkirina karkeran, kedxwarî, talana xwezayê, bê edaletî û tundiya zayendî, dê li kolanan bin û got: “Ji bo dengê keda jinê bilind bikin em ê li qadan bin. Hemû daxwazên gel li qadê bin. Hemû kesên rastî tunehesibanê hatinê di vê rojê de li qadan bin. Em ê jî bo hemû rêxistinên xwe li qadan bin û bi hezên Ked û Demokrasiyê re di nava hevkariyê de bin. Divê desthilat jî îsal Taksîmê qedexe neke û welatî li Taksîmê 1’ê Gulanê pêşwazî bike. Bijî 1’ê Gulanê.”