Derbarê berdewamiya bêcezatiya li Sûdanê de hişyariyên navnetewî
Di demekê ku pevçûnên li Sûdanê derbasî sala xwe ya çaran dibin de, du mîsyonên lêkolîna rastiyan hişyarî kirin, gotin ku binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne û banga agirbestek berfireh li welêt kirin.
Navenda Nûçeyan – Herêmên berfireh ên Sûdanê şahidiya zêdebûna binpêkirinên sîstematîk dikin. Di nav wan de kuştin, îşkence, şîdeta zayendî û talankirin hene. Hişyariyên rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî li ser rewşa mirovî û ewlehiyê ya ku bi awayekî xeternak xirab dibe, zêde bûne. Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku ev xirabûn dê bibe sedema girantirbûna krîzê û kûrtirkirina êşa nifûsê.
Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe ya li ser Sûdanê û Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Hevbeş a Yekîtiya Efrîkayê ya li ser Rewşa Mafên Mirovan li Sûdanê, duh daxuyaniyek hevbeş weşandin. Saziyan derbarê bêcezatiya berdewam a li dora binpêkirinên mafên mirovan ên ku ji hêla aliyên şer ve zêde û berfireh dibin de hişyarî kirin.
Daxuyaniyê piştrast kir ku pevçûna berdewam a li Sûdanê, bi hovîtiyeke zêde û binpêkirinên eşkere yên prensîbên herî bingehîn ên qanûna mirovî ya navnetewî tê dîtin.
Herdu aliyên şer berpirsên binpêkirinan in
Her du mîsyonên lêkolîna rastiyan gihîştin wê encamê ku hem Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) û hem jî Hêzên Çekdar ên Sûdanê (SAF) berpirsyarên binpêkirinên cidî yên qanûna mirovî ya navnetewî û mafên mirovan in, ku ji hêla giraniyê ve cûda dibin. Ev binpêkirin, kuştin, girtina kêfî û îşkence, her wiha bikaranîna berfireh a êrîşên bêserûber ên ku sivîlan, operasyonên mirovî û personelên bijîşkî hedef digirin, dihewîne.
Gel bi pêlên koçberiyê re rûbirû mane
Daxuyaniyê bal kişand ser binpêkirinên sîstematîk ên ku ji hêla RSF’ê ve hatine kirin û wiha hat gotin: “Ev, şêwazek çalakiyên hevrêzkirî û dubarekirî nîşan dide. Di nav de talankirin, tundiya zayendî û hedefgirtina etnîkî heye. Van kiryaran jiyana nifûsê wêran kirine û tevna civakî ji hev veqetandine. Jin, zarok, kal û pîr û komên din ên xeternak di vê pevçûnê de barekî nehevseng hildigrin. Ev jî bûye sedema yek ji krîzên koçberiyê yên herî mezin ên cîhanê.”
Hesab ji sûcdar nayê pirsîn ev jî rê li ber binpêkirinan vedike
Daxuyaniya hevbeş tekez kir ku hesabpirsîna ji bo wehşetên ku li Sûdanê hatine kirin, ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên din pir girîng e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heya ji sûcdaran hesab neyê pirsîn û bêcezatî, pêvajoyek sereke ya pevçûnê dê berdewam bike û perspektîfên aştiya mayînde li Sûdanê û herêma berfirehtir, têk bibe.
Banga agirbestê
Daxuyaniyê bang li hemû aliyên pevçûnê, welatên endam ên Yekîtiya Efrîkayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên herêmî û navneteweyî kir û wiha got: “Bila pêşîniyê bidin hewldanên ji bo mîsogerkirina agirbestek berfireh û domdar, mîsogerkirina pabendbûna tevahî ya bi qanûna mirovî ya navnetewî re. Di nav de gihîştina mirovî ya bê astengî ya ji bo hemû civakên bandordar û garantîkirina pabendbûna bi ambargoya çekan a li ser Darfûrê û bicîhanîna cezayên heyî yên NY û AU hene. Em daxwaza piştgiriya hewldanên Dadgeha Cezayê ya Navnetewî li Sûdanê û hevkariya tevahî bi wê re, dikin. Ji bilî avakirina mekanîzmayeke dadwerî ya serbixwe û temamker a ji bo pirsîna hesabê ji sûcdarên sûcên navnetewî li welêt, li gorî hewldanên berdewam a di warê edaleta navnetewî de. Her wiha bila ji bo me destûra gihîştina hemû deverên Sûdanê bê dayîn da ku em bikaribin lêpirsînên serbixwe û berfireh bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navnetewî ya Serbixwe ya li ser Sûdanê, bi biryarnameyeke Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye damezrandin. Di heman demê de Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Hevbeş a li ser Rewşa Mafên Mirovan a li Sûdanê, bi biryarnameyeke Konseya Aştî û Ewlehiyê ya Yekîtiya Efrîkayê û ji hêla Komîsyona Efrîkayê ya Mafên Mirovan û Gelan ve hatiye damezrandin.
Her du mîsyon jî erkdar bûn ku li ser binpêkirin û îstismarên îdiakirî lêkolîn bikin û rastiyan, şert û merc û sedemên bingehîn ên van binpêkirin û îstismaran, di çarçoveya pevçûna ku di 15’ê Nîsana 2023’an de li Sûdanê derket holê, tespît bikin.