Tulay Hatîmogullari: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê dest bi kar bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku gelê Kurd êdî dixwaze gaveke şênber bibîne û got: “Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku birêz Ocalan koordînatorê wê ye divê bi lez dest bi kar bike.”
Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li meclîsê de bûyerên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogullari bi silavkirina Dayîkên Aştiyê dest bi axaftina xwe kir û ji ber windahiyên li Yemen û Erebistana Siûdî sersaxî ji herdu gelan re xwest.
‘Aştî bi bicihanîna berpirsyariyên aliyan pêk tê’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Yasaya çarçoveyê derket lê wê kengê bi cih bê anîn, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe? Ev pirs ji pirsên sereke yên civakê ne. Divê di çarçoveya berpirsyariyên xwe de em bersiva van pirsan bidin. Binêrin Rêveberiya Tevgerê 8’ê Cotmehê ragihand ku hêzên xwe yên li nava Tirkiyeyê û herêmên nêzî sînor vekişandine û navê herêman da. Ev yek gaveke dîrokî ye û rûpeleke nû ye. Aştî bi bicihanîna berpirsyariyên aliyan pêk tê. Berpirsyariyên desthilatdarî û dewletê ji sozên bêdem re nabe bê hiştin. Duh jî alîkarê serokkomar Birêz Cevdet Yilmaz hinek daxuyanî da û got, ‘Ji bo bicihanîna yasaya çarçoveyê divê li benda civîna MGK’ê ya asayî bisekinin.’ Li gorî me ji bo avêtina gavan pêwîstî bi bendêmayîna civîna MGK’ê ya asayî nîn e.”
‘Êdî bi temamî civakî dixwaze gavên şênber bibîne’
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku ne tenê gelê Kurd, tevahiya civakê êdî dixwaze gavên şênber bibîne û wiha got: “Em dizanin ji bo karên bi xêr divê mirov bilezînin. Girêdayî Koordînasyona Şopandinê û Desteya Bicihanînê wê çar komîsyonên jêrîn bihatina avakirin. Divê ev tavilê bên avakirin, ne tenê bên avakirin, gelekî girîng e ku dest bi kar bikin.”
‘Divê birêz Ocalan bi lez bibe xwedî mercên azad ên jiyan û xebatê’
Tulay Hatimogullari ragihand ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku Abdullah Ocalan koordînatoriyê jê re bike divê bi lez dest bi kar bike û got: “Gotina birêz Bahçelî girîng e ku gotibû ‘Koordînatoriya siyasîbûnê mafê kesê li Îmraliyê ye.’ Yek ji karên herî girîng ên pêvajoyê bi pêş ve bibe, avakirina mercê teknîkî, hiqûqî û siyasî ye ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê bixebite. Ji ber vê jî divê birêz Ocalan bi lez bibe xwedî mercên azad ên jiyanê û xebatê. Ez li vê derê li pêşberî we careke din silav û hezkirinên xwe ji Îmraliyê re dişînim.”
‘Aştî bêyî demokrasiyê nabe’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser lawaziya rêveçûna pêvajoyê û got: “Binêrin li Tirkiyeyê du sal in ne cenazeyê leşkerek ne jî yê gerîlayek hat. Ev yek tiştekî wisa ye ku weke civak em pê gelekî kêfxweş in û destkeftiya Tirkiyeyê ye. Herî zêde dayîkên gerîla û dayîkan leşkeran qîmeta vê dizanin. Divê em 86 milyon mirovên vî welatî qîmeta vê bizanibin.
Aştî bêyî demokrasiyê nabe. Têkoşîneke girseyî ya hevpar ku aştî û demokrasiyê ji hev cuda nake wê hem li vê xakê aştiyê ava bike hem jî demokrasiyê biafirîne. Em ji vê derê dibêjin; em ê bi yekbûnê bi ser bikevin, bi piştevaniyê bi ser bikevin, bi hev re bi ser bikevin.”