Zelal rêheval bû bîr û baweriya hevaltiyê bû
Şehîd Zelal Hêvî bi jiyan, ked û hezkirina xwe ya kûr li pey xwe mîrateyeke mezin a rêhevaltiyê hişt. Di salvegera 2’emîn a şehadeta wê de, em meşa wê ya pîroz ber bi serkeftinê ve didomînin.
ŞARISTAN NÛRHEQ
Ez her dem bi xeyala ku teqez rojek di nava şoreşê de li heman qadê bi hevala Zelal re bijîm, jiyam. Hê jî heman hest di bîra min de, weke roja yekem zindî ye. Dema xeyal veguherî asoya jiyana rêhevaltiya ku tu di oxira wê de şehîd bûy êdî digihîje wateya xwe. Hevala Zelal di mezinkirin û watedayîna vê xeyalê de her dem ji bo min bû rêber. Sira vê rêbertiyê kesayeta hevrê Zelal bû. Xeyalên me di heman rêwîtiyê de şax dan. Ji xaka Efrînê heta çiyayên azad, ji çiyayan heta vegera li şoreşa Rojava, hevrê Zelal bi wê xeyalê jiya, têkoşiya, şer kir û heta hinaseya xwe ya dawî wekî ku li pêş êrîşên li ser gelê xwe bibe mertal rêwîtiya xwe domand.
Di destana Kobanê de, di berxwedana Efrînê û li warê pîroz Şengalê hevala Zelal çîroka xwe ya berxwedanê nivîsand. Bi xeyal û hêviya ku Efrîn azad bibe û gel wê teqez vegere cih û warê xwe jiya, vê baweriyê bi gel da jiyandin. Ez bi wê xeyalê ketim dû heqîqeta Zelala ku, ez ji zarokatiyê ve fêr kiribûm nas bikim. Lê di dirêjahiya meşa me ya nava tekoşînê de tenê me çend car û kêliyên demkur hev dît, kêfxweşiya wan dîtinan jiya. Bîranînên ku min di kêliyên bi hevala Zelal re derbas kirine di jiyana min de bûne rêheval. Min her dem bêriya wan kêliyan dikir lê bêrîkirin dema dibe tiştên te jiyaye êdî divê mirov bi wate bike. Di her dîtinekê de me soz dida hev û ji hev re digot em ê careke din hev bibînin. Lê bi xatirê dawî wê bi şehadeta xwe bersiv da min. Hê jî ez di hembêza xwe de wê xeyala ku ez xwe bigihîjînim wê tama rêhevaltiya Zelal dijîm.
Bi mezinbûna vê xeyalê re êdî sînorên ku em wê xeyalê, bi awayeke fîzîkî bijîn neman. Ji ber ku êdî barê rêhevaltiya ku Zelal di ruhê xwe de mezin kiribû li ser milên min e. Çiqas xweş e mirov bizanibe hevriyek te, di her kêliya meşa têkoşînê de, mîna parêzvanek rêhevaltiyê be bi te re bijî. Di tekoşîna min de hevrê ew parêzvan hevrê Zelal bû. Em çiqas fîzîkî ji hev dûr bin jî her dem bi pirskirina xwe digihîşt min. Mîna ku divê ez jî xema ku ji bo min dikşîne sivik bikim têdikoşiyam. Rêheval Zelal hem weke hevaleke min a têkoşînê, hem jî weke meta min, di meşa min a şoreşê de her dem ev hest bi min da jiyîn. Wê bi şehadeta xwe valahiyek mezin bi min da jiyîn lê di heman demê de barekî giran li pey xwe hişt ku ez rabikim.
Lê ji min re pir bi êş tê ku nikaribûm van hestan têra dilê xwe bi hevala Zelal re bijîm, pê re nîqaş û parve bikim. Lê di her cara dîtina hevala Zelal de, min ew hest ji kûrahî ve hîs dikir. Ji ber rêheval Zelal, ev hesta ku bi min da jiyîn ji bo xwe, weke erkeke rêhevalatiyê didît. Hevala Zelal mîna navê xwe di pîvanên hevaltiyê de zelal bû. Di mezinkirina hestên rêhevaltiyê de çavkaniya hêviyê bû. Bi van du taybetmendiyan meşa xwe ya şoreşê bê rawestan, bê astengî, bi moral, bi hezkirin, bi bîr û baweriyeke ji pola ava kir. Ger ez bibêjim bi xwe re şoreşa rêhevaltiyê afirandibû ew ê ne şaş be. Di nava şoreşê de bi gelek rêhevalan re hevaltî kir, her dem bi heman taybetmendiyan behsa wê hat kirin, hat hezkirin û wê her dem wisa bê vegotin.
Li her qada ez lê mam û min hevalên bi hevala Zelal re mane nas kirin, min rêhevaltiya wê zêdetir fam kir. Min hezkirin û keda wê ya ji bo rêhevalên xwe dabû dît. Min heqîqet û têkoşeriya hevala Zelal bi riya hevalên wê nas kir. Li wê qada ew lê maye min baştir ew nas kir. Rawestgeha herî dawî ya hevala Zelal jê xatir xwestibû warê pîroz Şengal bû. Hevala Zelal 7 salan di nava gelê Êzidî de xebat meşand. Piştî fermanê berê xwe da Şengalê û di demên herî zehmet de li Şengalê ma. Hevala Zelal bi wê rêhevaltiya xwe di dilê dayîkên Êzidî de cihekî nejibîr çêkiribû. Qada herî zêde hişt ku ez bi xebat, têkoşîn û rêhevaltiya hevala zelal bi bandor bibim qada Şengalê bû. Di dilê her dayîkeke Êzidî de heqîqeta hevala Zelal hatibû avakirin. Vê heqîqetê min ji kûrahî ve bandor kir wisa û ku ez her dem di jiyanê de li hevala Zelal bigerim. Her ku wan dayîkan min didît behsa kêliyên pê re derbas kirine dikirin. Kesayeta hevala Zelal ewqas bandor li wan kiribû ku her dem dixwestin bînin ziman. Min çîroka jiyana wê, xebat û têkoşîna wê ji nêz ve li Şengalê dît. Min Zelala ku di oxira başkirina êşên jinan de divê çawa têkoşîn bimeşînin, çawa girêdan û hezkirinê ava bikin li Şengalê nas kir. Jiyana wê li her qada têkoşînê bi vê rengî mîna hemû rêhevalên bi hevala Zelal re mane bandor li min kir.
Ez dixwazim vê nivîsê ji girtina hilmek ji rêhevaltiya wê binivîsînim. Ez ê çiqas bikaribim mafê wê bidim nizanim lê teqez ez bi vê bawer im wê hevrê Zelal hîs bike ez îro nêzî wê me. Li ser heman axa ku ew bi nemerdane hat şehîdxistin, bûme rêwî da ku meşa wê, xeyalên wê, hêvî û baweriya wê bidim jiyandin, bibim parçeyek ji dilpakiya rêhevaltiya wê ya berbelavî şoreşê kiriye. Dema ku, şoreşên gelan bi rêhevaltiya pêşengên xwe werin afirandin tu carî bi bin nakevin. Şoreşa Rojava, bû şahidê bi hezaran rêhevalên mîna hevala Zelal. Her şehîdek bi dayîna ruhê xwe şoreşa Rojava ava kirin û parastin.
Her şehîdek li pey xwe, jiyana bi bêrîkirin, hezkirin û hêviyên mezin dagirtî dihêle. Şehîd Zelal jî bi jiyana xwe ya şoreşgerî di meşa şoreşê de bû yek ji pêşengên dilpak ên rêhevaltiya Apogerî. Beriya niha bi du salan, di 9'ê Cotmeha 2024'an de, rêheval Zelal Hêvî, Mazlûm û Alav li Şehbayê, bi êrîşeke nemerdane şehîd bûn. Di ser şehadeta hevala Zelal de du sal derbas dibin û dikeve sala sêyemîn. Di roja salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de dewleta Tirk li Şehbayê ev êrîş pêk anî. Hilbijartina vê rojê ne rasthatinek bû. Hevrê Zelal û hevalên pê re şehîd bûn, ji ber ku li hemberî komployê, sekna li dijî komployê temsîl dikirin hatin hedefgirtin.
Hem weke rêhevala Zelal a tekoşînê, hem weke keça birayê wê min dema ku xwest vê nivîsê binivîsînim di navbera hestên, bicihanîna berpirsyariya li hemberî şehîdan û kêliyên hestiyariyê de çûm û hatim. Lê ez di wê baweriyê de me divê ez rêhevala Zelal hem vebêjim hem binivîsînim. Ji ber ku di meşa min a şoreşê de bandora xebat û tevlîbûna hevala Zelal a salên dirêj di nava refên tevgera azadiyê de li ser min pir zêde ye. Di nava refên şoreşê de em tu carî bi hev re li heman qadê neman. Lê ji roja tevlîbûna min û heya kêliya şehadeta wê ve her dem derfet çêbû demên kin be jî em hev bibînin, hesret û bêrîkirinên xwe parve bikin. Lê ez dizanim şehîd tu caran xatirê dawî ji me naxwazin ji ber ku, di her kêliya jiyanê de bi me re ne.