Jinên Hesekê: Nekevin xefika fitneyê, parastina aştiya civakî bikin
Jinên Hesekê destnîşan kirin ku Kurd, Ereb û Suryan bi salan e bi hev re dijîn û bang li civakê kirin ku nekevin bandora gotinên provokatîv. Her wiha xwestin ku parastina hevgirtina civakî bikin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di nava aloziya ku piştî xwepêşandana duh li bajarê Hesekê pêk hat de, jinan li hember hewildanên derxistina fitneyê yên di navbera pêkhateyên herêmê de hişyarî dan. Wan tekez kir ku Kurd, Ereb û Suryan bi salan e li kêleka hev dijîn, kêfxweşî û êşên xwe parve dikin û bi hev re li hember êrîşan parastina axa xwe kirine. Wan destnîşan kir ku parastina aştiya civakî pêdivî bi hişyariya gel û dûrketina ji gotin û kiryarên provokatîf heye.
Siyaseta provokasyona di navbera pêkhateyan de
Fehîma Ebdulrezzaq anî ziman ku xwepêşandana ku duh li Hesekê pêk hat, li gorî nirxandina wê, xwedî karaktereke provokatîf bû û armanca wê derxistina fitneya di navbera Kurdan û Ereb de bû û wiha dewam kir: “Ev xwepêşandan siyaseta rejîma Baasê ya provokirina pêkhateyên herêmê, bi taybetî di dema serhildana Qamişlo ya sala 2004’an de, tîne bîra mirovan. Ev siyaset di Sûriya nû de jî didome.”
Fehîma hişyarî da ku hewildanên belavkirina nakokiyan a di navbera gelê herêmê de dikarin encamên giran çêkin. Wê tekez kir ku Kurd, Ereb û Suryan bi hev re dijîn û di dema êrîşan de axa xwe bi hev re parastine û wiha domand: “Ev fitne nûnertiya exlaq û têkiliyên biratiyê yên di navbera gelên herêmê de nake.”
Fehîma zêde kir ku Hesekê bi pirrengiya pêkhateyên xwe û bi qebûlkirina hevdu ya gelê wê tê nasîn. Fehîma ragihand ku niştecihên wê mîna cîranan bi hev re dijîn, zimanên hevdu fêr dibin û rêz li adet û kevneşopiyên hevdu digrin. Wê bang li gelê herêmê kir ku hişyar bin û nekevin bin bandora hewldanên ku dikarin rê li ber şerê navxweyî vekin.
‘Ola Îslamê bang li wekhevî û rêzgirtinê dike’
Xezal Hesen anî ziman ku hewldanên derxistina fitneyê li Hesekê tiştekî xemgîn e û wiha dewam kir: “Tiştê ku mirov pê serbilind dibin, hişyarî û têgihîştina gelê Hesekê yê Kurd û Ereb e, li hember van hewldanan.”
Xezal tekez kir ku di ola Îslamê de cudahî di navbera Ereb û ne Ereb de nayê kirin û hemû pêkhate mafê jiyanê li ser vê axê hene. Wê bang kir ku rêz li nirxên Îslamê bê girtin û pêkhate bi hev re di aşitî û xwişk û biratiyê de bijîn.
Dîrokeke hevpar û redkirina şer
Wehîde Mihemed tekez kir ku gelê Hesekê yê Kurd û Ereb bi salan e xwepêşandanan dikin û helwestên xwe diyar dikin, bêyî ku destdirêjî li ser milkên gel bikin. Wê got ku tiştê ku duh li bajêr qewimî armanca wê derxistina fitneyê û xistina herêmê nav pevçûn û kaosê bûye.
Wehîda destnîşan kir ku Kurd û Ereb ji nifşên berê ve bi hev re dijîn û xwedî dîrokeke hevpar û fedakariyên hevpar in. Wê bal kişand ser hebûna nemirên ji her du pêkhateyan, Kurd û Ereb û got ku ev yek girêdanên di navbera gelên herêmê de nîşan dide.
Di dawiya axaftina xwe de, Wehîde Mihemed bang li pêkhateyên Hesekê kir ku rêzê li hevdu bigirin û nekevin bin bandora siyaseta ku armanca wê fitne û xistina herêmê ya nav şer.