Toran Umîd Qadir a Helebceyî xelata baştirîn lîstikvan wergirt

Lîstikvana Helebçeyî Toran Umîd Qadir ji bo lîstika xwe ya bi navê "Zerwê", ku di roja dawîn a 9’emîn Festîvala Şanoya Kolanan a Navneteweyî de li Kerkûkê hat lidarxistin, xelata Baştirîn Lîstikvana Jin wergirt.

Navenda Nûçeyan – Di roja dawî ya 9’emîn Festîvala Şanoya Kolanan a Navneteweyî de ku li Kerkûka Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, lîstika "Zerwê" ku ji hêla Hewrê Hadî ve hatiye nivîsandin û derhênerîkirin, wekî berhemeke hevbeş a Rêveberiya Çand û Hunerê ya Helebce û Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê / Şaxa Helebceyê hate pêşandan.

Toran Umîd Qadir ku di lîstikê de rol girt, ji ber performansa xwe ya berbiçav xelata "Lîstikvana Herî Baş" wergirt.

Divê bê zanîn ku komên şanoyê ji 20 welatan, di nav wan de Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên cûrbecûr ên cîhanê, beşdarî vê festîvalê bûn.