Tora Têkoşîna Hevpar a Jinan: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin

Di çarçoveya rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, Tora Têkoşîna Hevpar a Jinan pêşeng vekir. Jinên ku di pêşangehê de li hev civiyan, peyam dan ku têkoşîna li dijî tundiyê ji yekitiya jinan derbas dibe.

Silêmanî- Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê ya Cîhanê, li gelek welatên Rojhilata Navîn bi çalakiyên cuda berdewam dike. Li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî di çarçoveya çalakiyên ku dê heta 10’ê Kanûnê bidomin de, jinan ji bo nîqaşkirina rê û rêbazên cuda yên li dijî tundiyê li hev civiyan.

Tora Têkoşîna Hevbeş a Jinan her sal di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê pêşangeh vedike. Îsal  jî li baxçeyê Tora Têkoşîna Hevbeş a Jinan pêşangehek ku hûnerên gelek hunermendên jin û kedkarên tên pêşkêş kirin hate vekirin.

‘Beşek ji wêneyên min îradeya jinan a li dijî tundîtûjiyê nîşan didin’

Salane pêşangehên taybet ji bo jinan di aliyên cuda de tên vekirin, tora hevbeş a rêxistinan jî pêşangehek wan a salane heye ku tê de jin berhemên xwe yên karên destan, xwarin û karên hunerî nîşan didin û pêşkêşî beşdarvanan dikin.

Di pêşangehê de jinan berhemên xwe yên taybet nîşan dan û bi vê riyê hewl didin ji bo xwe çavkaniyeke dahatê bi dest dixin. Şêwekar Midya Abdula Elî ku beşdarî pêşangehê bû, der barê karê xwe yê hunerî de wiha got: “Piraniya wêneyan min bi xwe mijara wan hilbijartiye û xêz kiriye, wêneyên min xwe di aliyê cuda de dibîne bi taybetî der barê mal, zarok û jinan de ne. Her wiha hinek ji wêneyên min behsa jinan û sekna wan a li dijî tundîtûjiyê dikin. Tenê bi van çalakiyan nabe em bikaribin li hemberî tundîtûjiyê bisekinin divê di temamiya salê de û jin bi îrade li hemberî tundîtûjiyê bisekinin.”

Daxuyaniya tora hevbeş ya rêxistinên jinan hat xwendin

Di berdewamiya çalakiyên kampanyaya 16 rojan a pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jinan de daxuyaniya çapemeniyê ya torên hevbeş a rêxistinan der barê biryara dadgeha federal a Iraqê de hat dayîn û ji aliyê Şewbû Eskerî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em xwe weke beşek ji tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd dibînin û tevlî têkoşîna birayên xwe bûn û di hemû guhertinên siyasî te de me tevlibûna xwe çêkir. Me ji bo hemû guhertinên aborî û bidestxistina azadî, wekhevî û demokrasiyê kar kir. Lê niha binpêkirinek berbiçav li dijî jinan tê kirin. Îro trajediya qetilkirina jinan berdewam dike, roj bi roj ev rêje zêdetir dibe. Ev yek ne tenê li ser jinan, li ser hemû mirovahiyê gefek mezin e. Em ê ji bo ev biryara Dadgeha Federal a Iraqê bi cih neyê, xebatan bidin meşandin. Jinên li vê herêmê beşek ji tevgerên rizgarîxwaziya gelê Kurd e. Jin beşdarî hemû şoreşên Kurdan bûne, kar ji bo bidestxistina azadiyê kirine lê belê li herêma Kurdistanê tundîtûjiya ku li hemberî jinan tê kirin  dibe sedema neçarkirina xwekuştina jinan an jî tên kuştin.”

Çi bubû?

Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê beriya niha “Qanûna Derbarê Guhertina Qanûna Mafên Kesane de” qebûl kiribû û di zewacên duyemîn de ji bo kesê beranber mafê hevberdana ji hevjîna xwe naskirî bû.

Di 30’ê Mijdarê de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê madeya 18’emîn a "Qanûna Mafên Kesane" ya ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû qebûl kirin, "dijî qanûna bingehîn” dît nedestûrî" dîtibû û biryara rakirina ji meriyetê dabû.

Di biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê de wiha hatibû diyar kirin “guhertina qanûnê ku li Parlamentoya Kurdistanê hatibû kirin, li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ku Îslam weke prensîba bingehîn qebûl dike ye” û gihiştibû encam ku madeya hatiye guhertin ji aliyê tu mezhebê îslamê ve nayê piştgirî kirin.