Tora Jinên ku Pêşerojê Dihûnin dê 2’emîn konferansa xwe ya navneteweyî li dar bixe

Tora Jinên ku Pêşerojê Dihûnin dê 2’emîn Konferansa Navneteweyî 2022, di meha Mijdarê li bajarê Berlînê yê Almanyayê li dar bixin. Jinên ku dibêjin; "Dema bi têkoşîna hevpar re hûnandina pêşêrojê ye” banga tevlibûna konferansê kirin.

Navenda Nûçeyan – Tora Jinên ku Pêşerojê Dihûnin ên ku yekemîn konferansa xwe di sala 2018’an de li dar xistin, 2’emîn Konferansa xwe ya Navneteweyî jî di navbera 05-06’ê Mijdarê de li bajarê Berlînê yê Almanyayê dê li dar bixin. Kesên ku dixwazin beşdarî konferansa li Enstîtuya Teknolojiyê ya Berlînê bê lidarxistin bibin, dikarin qeydên xwe heta 10’ê Cotmehê çêbikin. Di konferansê de werger dê bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Almanî, Îtalî, Îspanyolî, Fransî, Erebî û Tirkî bên kirin. Di konferansê de dê di bin gelek mijaran de nîqaş bên kirin û komxebat bên lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya der barê konferansê de hat dayîn de, wiha hat gotin:

“Şoreşa me azadkirina jiyanê ye

Ji bo hemû jinan, hevalên hêja,

Salên derbasbûyî careke din girîngiya berxwedan û tekoşîna li dijî pergalên kedxwarî, belengazî û mirinê ferz dikin nîşanî me da. Wek me di pêvajoya pandemiya Covîd-19 de dît, pergala baviksalarî û kapîtalîst bi alîkariya dewletê riyên ku jin, gel, kedkar, cotkar û kedkar ji mafê jiyanê bêpar hiştin kûrtir dikin. Em îro li her derê bi şer, dagirkerî, tundî, cînayetên jinan, qirkirin û wêrankirina hawirdorê re rû bi rû ne.

“Pergala kapîtalîst rewabûna xwe winda dike”

Her çend baviksalarî ya kapîtalîst îdia dike ku ji vê cîhana kedxwarî û ne edaletî re 'alternatîf nîn e' jî ev pergal meşrûiyeta xwe winda dike. Pergal herî dawî ji bo derbaskirina qeyranê her dem stûnên xwe yên sereke yên wekî pergal, faşîzm, neteweperestî, olperestî, zanistperestî, zayendperestî û feodalîzmê ji nû ve bi kar tîne û ev ji li dijî civak, jin û hawirdorê ber bi rewşek şer ve diçe. Lê belê, em ên ku têdikoşin dizanin ku li her quncikek cîhanê bi milyonan mirov hene, bi biryar in ku cîhanek cuda, adîlane ava bikin. Em dizanin ku ji derveyî tiştên ji me re wek alternatîf tên pêşkêşkirin wêdetir rê hene.

“Dema bi têkoşîna hevpar re hûnandina pêşêrojê ye!”

Wekî ev deh salên dawî ya şoreşa Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşanî me da, pêkan e ku li ser esasê xweseriya jinan di hemû qadên jiyanê de têkoşîn û avakirina pergaleke cuda ya siyasî û civakî were avakirin. Têkoşîna xwişkên me yên wekî li Afganistan, Îran, Sûdan, Fîlîpîn, Brezîlya, DYA’yê nîşanî me dide ku ev sedsal xwedî potansiyel e dikare bibe sedsala azadiya jin û gelan. Dibe ku ev sedsal bibe serdema ku em tekoşîna xwe ji herêmî ber bi gerdûnî ve bibin. Niha dema hatiye ku em bi têkoşîneke hevpar re pêşeroja xwe bi hev ve bihonin!

"Divê em li dijî êrîşan tora hevgirtinê bihûnin"

Hevalên hêja, ji konferansa me ya yekemîn a sala 2018’an û vir ve, em ji bo avakirina Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê, pêşerojê dihonîn. Îdiaya me mezin e lê me dest da ku derê, me dît ku ev îdia vegeherî rastiyê. Me dît ku em di riyekî dirêj de encax dikarin bi rêxistinbûna domdar bibin pispor. Divê em parvekirina tecrubeyên xwe bidomînin û xwe ji êrîşên nû yên pergala baviksalarî ya li ser beden, azadî û mejiyê xwe re amade bikin. Divê em rê, rêbaz û perspektîfên ku li gorî şert, wesf û hewcedari ên serdema xwe bin biafirînin. Divê em li hemberî êrîşên berdewam ên pergala baviksalarî tevna berxwedanê bihonin û bibin kirdeyên aktîf ên têkoşînên herî lezgîn ên serdema xwe.

Ji konferansê re bang

Em dixwazin di konferansa xwe ya duyemîn de pêşiya vê riyê vekin. Me xwest hemû amadekariyên konferansa xwe ya duyemîn, ji naverokê heta rojevê, ji detayên teknîkî heta beşdaran, bi ruhê kolektîf û hevgirtina jinan bibînin. Bi vî ruhî em di duyemîn konferansa navneteweyî ya tora xwe de, li hêviya dîtina we ne.”

Bernameya konferansa ku dê du rojan bidome jî wiha ye:

Roja yekem:

Rûniştina 1-

Tundiya dewletê ya li dijî civak û jinan û têkbirina mêrên serdest

Ji holêrakirina serdestî, bêmalî û zordestiyê: Zexta li ser xwezayê û mêtingehkirin, desteserkirina çavkaniyên xwezayê û zilma li ser tê meşandin.

Xuyakirina keda nayê xuyakirin: Li jiyanê mayîna pergalê, xwe dispêre keda jinan a bêmuçê û mûçêya kêm

Rûniştina 2-

Komxebat

Roja duyem:

Rûniştina 3’yemîn

Hebûn- Jiyana tê xwestin ne bi mûcîzeyan dê bi şoreşê were

Derbaskirina perçbûna zîhniyeta baviksalarî: Çîn, netewperestî, olperestî

Femînîzm- Serhildana koloniya herî kevin û li pişt wê çi hene

Sosyolojiya Azadî û Jineolojî

Rûniştina 4’emîn

Vîzyona me: Avakirina jiyana azad

Jiyanê biparêze: Ji şer re na, ji mudafaya rewa re erê

Rûniştina 5’emîn

Dîtina riya me.