Abdullah Ocalan: Gelê Mexmûrê kirdeya Civaka Aştî û Demokrasiyê ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar a Mexmûrê peyam şand û got: “Ez bi hêvî me ku bi konferansa Meclîsa Jinan a Mexmûrê, wê tekoşîna jinan a azadî û wekheviyê bilind bikin.”

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) peyam şand.

Jinan bi hestiyarî û tilîliyan peyamê pêşwazî kirin û girêdana bi Rêberê xwe re diyar kirin.

Peyam wiha ye:

“Ji bo 14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar a Mexmûrê

Ez bi hêvî me ku bi konferansa Meclîsa Jinan a Mexmûrê wê têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê bilind bikin, erk û berpirsyariyên xwe yên di avakirina Civaka Aştî û Demokratîk de bi cih bînin.

Demek nû destpê dike. Pergaleke demokratîk û komînal wê di pêşengiya jinan de bi pêş bikeve. Pêvajoya demokratîk komunalîst şêweyê civaka jin dayîkê yê nûjenbûyî ye. Xwegihandina rastiya civakî jî encax bi vê rêbazê dikare pêkan be. Heya ku desthilatdariya zilam neyê derbaskirin, di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û olê de heqîqeta civakî dernakeve holê. Heya çanda zilamê desthilatdar a di kûrahiya civaka dema nû de veşartî neyê hilweşandin, weke Marksîzmê jî daye îsbatkirin serxistina soyalîzmê jî ne gengaz e. Xwegihandina sosyalîzmê di azadiya jinan de derbas dibe. Bêyî azadiya jinan sosyalîstbûyîn nabe. Sosyalîzm nabe. Di vê wateyê de bingeha xebatên siyasî, aborî, çandî yên meclîsa me ya jinên Mexmûrê pêwist e li ser vê yekê pêk bê.

Gelê me yê Mexmûrê ku bi zorê ji cih û warên wan hatin derxistin, ruxmê hemu zoriyan, çewisandin û zilmê dest ji nasnameya xwe, çanda xwe berneda, di nava çolê de avakirina mercên ku dikare were jiyîn bi ser xistin, bûn parçeyek ji têkoşîna azadiyê cihê wan ê di têkoşîna me de bê nîqaş e.

‘Ger pêvajoya heyî bi serkeftî bi encam bibe dê ji bo gelê Mexmûrê riya vegera xaka xwe vebe’

Naskirina gelê Kurd di nava huquqê de, vebûna qenalên siyaseta demokratîk, temînata maf û azadiyê ji aliyê çareseriya mayînde ve girîng e. Vegera gelê Mexmûrê jî di van mercan de wê bi wate be. Ji bo vegera li welat pêk were, pêwist e zemînê siyasî, hiqûqî û civakî were avakirin, ne kesî û malbatî, vegera kolektîf di çarçoveya siyasî û hiqûqî de girtina dest mecbûrî ye. Gelê Mexmûrê yê mexdûrê şer û pevçûnan e; di heman demê de kirdeya Civaka Aştî û Demokrasiyê ye jî. Ez bawer im ger pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk bi serkeftî bi encam bibe wê riya vegera we ya ji bo xaka we jî vebe, di vê çarçoveyê de gelê me û konferansa we silav dikim.

Bi silav û hezkirina bêdawî.

Abdullah Ocalan”