‘Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye’

Weqfa Aştiyê bi boneya 1’ê Îlonê daxuyanî da û wiha got: “Heta Tirkiye pirsgirêka kurd çareser neke nikare krîzên xwe yên piralî çareser bike. Tirkiye ji her alî ve neçarî aştiya bi kurdan re ye.”

Navenda Nûçeyan- Weqfa Aştiyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêviyên aştiyê yên li Tirkiyeyê pêk nehatine lê Tirkiye neçarî aştiya bi kurdan re ye. 

 Di daxuyaniyê de hat gotin ku li 92 welatên cîhanê niha ji ber sedemên cuda şer û pevçûn hene. Bi domdarî şerê Ûkrayna-Rûsyayê û êrişên Îsraîlê hatin bibîrxistin. 

‘Girtîgeh bi kurdên muxalîf hatine tijekirin

Di berdewamê de hat gotin ku piştî Tirkiye derbasî pergala serokatiyê bû, bi temamî ji çareseriya siyasî ya kurd û lêgerîna aştiyê qut bûye. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Qebûlkirina hebûna kurdan, girêdayî şertê ku daxwaza mafên xwe yên bingehîn nekin hatiye kirin. Girtîgeh bi kurdên muxalîf hatine tijekirin. Ji 2016’an ve qeyûm li şaredariyan tên tayinkirin û niha jî dawetên kurdan tên qedexekirin. Polîtîkayên ewlekariyê weke rêya ‘bekayê’ tê dîtin. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, Tirkiye nikare ji krîzên xwe yên piralî rizgar bibe. Tirkiye ji her alî ve neçarî aştiya bi kurdan re ye. 

Ji bo şer heta hetayê bêdeng bibin, şer û pevçûn bi dawî bibin û ji bo jiyaneke wekhev, adilane û demokratîk, divê em têbikoşin. Banga me ji bo her kesî ew e ku vê têkoşînê mezin bikin.”