Bi boneya cejna Zimanê Kurdî pêşengehek pirtûkan hat vekirin
Bi boneya cejna Zimanê Kurdî Meclisa Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Pêşengeha Pirtûkên Kurdî vekir. Wê pêşngeh sê rojan li bajarê Qamişlo dewam bike.
Qamişlo – Bi boneya cejna Zimanê Kurdî û di bin dirûşmeya “Zimanê me mafê me yê rewa ye” Meclisa Wêjeyê ya Rojavasyê Kurdistasnê Pêşengehek Pirtûkên Kurdî li bajarê Qmişolyê vekir.
Weşanên Şilêrê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Bindarok û Neqş, Pirtûkxaneya Amara, Yekitiya Nivîskarên Desteya Çandê, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, Weşanên Aram, Kovara Şermola, Kovara Soryaz, nivîskar Salihê Heydo, nivîskar Ebas Îsmaîl, Pirtûkxaneya Rona ya Zarokan bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne.
Daxuyaniya vekirina Pêşengehê ji aliyê Rêveberiya Meclisa Wêje yê Botan Hoşê ve hat xwendin.
Destpêka daxuyaniya Meclisê wiha ye: ”Bi boneya Roja Zimanê Kurdî 15'ê Gulanê em bi navê Meclisa Wêjeyê vê rojê li gelê Kurd li her derê û hemû nivîskar, rewşenbîr, mamoste û çalakvanên ku tevî hemû hewldanên tunekirin û tepisandinê, zimanê Kurdî parastine, pîroz dikin û keda wan a di vî warî de silav dikin.”
`Gelê Kurd karî zimanê xwe yê dayikê biparêze`
Di berdewamiya Daxiyaniyê de hat destnîşan kirin ku Zimanê Kurdî ne tenê amûrek yan alaveke axaftinê ye û wiha berdewam kir: “Lê belê ew nasname, hebûn û bîrdanka gelê Kurd e û dîrokeke dewlemend a çand, wêje, têkoşîn û mîrateya mirovahiyê ye. Tevî hemû hewldanên li dijî ziman û çanda Kurdî jî, gelê Kurd karî zimanê xwe yê dayikê biparêze û wekî stûnek bingehîn a hebûna xwe ya neteweyî û mirovî ji nifşekî bo nifşekî din veguhezîne.”
`Parastina cihêrengiya zimanî û çandî stûnek bingehîn e`
Meclisê bi riya daxuyaniyê tekez kir ku mafê gelê Kurd ê axaftin, fêrbûn, hînkirin û bikaranîna zimanê xwe yê dayikê di saziyên perwerdeyê, çandî, rêveberî û medyayê de mafek xwezayî û rewa ye. Wiha pê de çû: “Mafê Axaftina bi zimanê dayîkê ji hêla peymanên navneteweyî û mafên mirovan ve tê parastin. Divê di tu şert û mercan an jî bi ti hinctan ev maf neyê binpêkirin an jî kêmkirin. Parastina cihêrengiya zimanî û çandî stûnek bingehîn e ji bo avakirina dewletek demokratîk.”
`Zimanê Kurdî bi hebûn, rûmet û mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd ve girêdayî ye`
Meclisê tekez kir ku divê Zimanê Kurdî bi fermî di Destûra Sûriyeyê ya nû de were nasîn û wiha berdewam kir: “Em wek Meclisa Wêjeyê tekez dikin ku her hewldanek ji bo binpêkirina mafê gelê Kurd ê bikaranîna zimanê xwe an sînordarkirina wê, nayê pejirandin û xêzek sor e ku nayê derbaskirin e, ji ber ku Zimanê Kurdî bi hebûn, rûmet û mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd ve girêdayî ye. Em her wiha tekez dikin ku avakirina Sûriyeyek siberojê, demokratîk û dadperwer bêyî naskirina destûrî ya eşkere ya mafên gelê Kurd, di serî de naskirina zimanê Kurdî wekî zimanek fermî li kêleka Erebî û karanîna wê di perwerde, jiyana giştî û saziyên fermî de li herêmên Kurdî û li seranserê welêt, li gorî regezên hevkariya rastîn, dadperwerî û hemwelatîbûna wekhev, ne pêkan e.”
`Em careke din vê rojê pîroz dikin`
Meclisa Wêjeya Kurdî di dawiya Daxuyaniyê de careke din ev bone pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Roja Zimanê Kurdî derfetek e ji bo xurtkirina xebatên parastina ziman û çandên cihêreng ên li Sûriyeyê û di serî de zimanê Kurdî. Em careke din vê rojê pîroz dikin û ji hemî gelê xwe dixwazin ku ji bo parastina ziman, nasname û mafên xwe yên rewa têbikoşin.”