Tembûr bû sembola azadiya jinên Kirmanşahê

Di erdnîgariyek ku jinbûyîn bi xwe qedexe ye de, destê jinan li tembûrê dide. Di dîtinê de enstrumanek bê zirar e, lê belê qasî ku bingeha feraseta mêr hilweşîne bi hêz e. Gelo çima amûrek muzîkê bê rewşa gefê?

NESÎM EHMEDÎ

Kirmanşan – Jinên ku di quntarên çiyayê Kirmanşahê de di nava xwezayê de dijîn, tevî zextên feraseta mêr, li tembûrê didin û li dijî tepesandinê dengê xwe bilind dikin. Erê çima tembur ji bo gelek jinên Kirmanşahê bûye sembola azadiyê?

Jin di nava jiyanek ji bo xizmetê hatiye dîlkirin de ne

Jinan ji dîrokê ve avêtine aliyên tarî û nayên dîtin. Hemû tiştên ku ji bo wan hinek jî azadî û hêzê pêk bînin, lê hatine qedexekirin. Tenê erkek jinan heye ew jî xizmetkirin û îtaatkirine. Hemû tiştên ku ji derveyî malê dikin, divê bîne halê ku ji jinan re guncaw û di nava sînorên ku mêr jê re diyar kirine de bin. Jin tenê dikare bibe jina malê, hevjîn û dayîk. Hemû xebat li gorî vê yekê tê plankirin. Li gorî nêrînên mêran, tu mafê jinê ji derveyî erkên jê re hatine diyarkirin bike tuneye. Hinek caran destûr tê dayîn ku karên wek dirûtin, kuaforiyê bikin. Ji ber ku di van karan de jin di qadek girtî de tenê têkilî bi jinên din re datînin, ji ber vê jî ev jî xizmetek ji bo jinan e û ji bo jinê serxwebûna aborî û statuya civakê nade qezenckirin. Niha bifikirin ku jinek ji nişka ve karek dike. Karek ku ne xizmetê ji mêr re dike, ne jî karek ku ji bo jinê hatiye diyarkirin. Berovajî ev xebat nasnameya kes û nirxê kes dide qezenckirin. Ew kar jî bûyîna xwedî enstruman, lêdana wê ye.

Ensturmanek aydê jinan û ji bo mêran metirsî ye

Pergala mêrsalar, dixwaze hemû tiştên ku jin dikin ji bo mêran encamek bi xwe re bîne. Xwarin çêkirin mêran têr dike, zayîn nifşan didomîne, astengkirina serxwebûna aboriyê serî bi jinan dide tewandin. Lê belê jinek ku fêrî muzîkê bûye û ensturmanekê lê dide, ji bo mêran dibe ku gefek cidî be. Ji ber xebat tenê qîmet bi jinê dide qezenckirin, tu sûdek wê ji bo mêran nîne.

Agirek ku ji sêhrê û çirûskan pêt bûye

Sahar Moganpanah pêvajoya xwe ya fêrbûna tembûrê wiha anî ziman: “Piştî erdheja 2017’an a Kirmanşahê, komek tembûrê ya mêr û jinan hat gundê me û dest bi lêdana tembûrê kir. Cara yekem bû min jê nêz de dît ku jinekê ensturman girtiye destê xwe û lê dide. Min her wisan dizanî ku jinên dewlemend û ji malbatên bi kok tên dikarin ensturman lê bidin û muzîkê çêkin. Wê kêliyê rondik ji çavên min barîn. Ev rondik ji ber bandora kûr bû. Piştî konserê ez bûm havalê wê keçkê û tevî ku malbata min bû asteng jî bi rêya wê min ev tembûr girt. Ji salekê kêmtir ez fêrî lêdanê bûm. Destpêkê min gelek zorî kişand, mirov li dû min gelek axivîn. Lê belê bi demê re keçên din ên gund jî beşdarî min bûm û wan jî xwestin fêr bibin. Mirovan jî bi demê re eleqe nîşan da, heta mêr jî temaşeyî konserên me dikin. Niha li gundê me min tembûr fêrî bi dehan keçan kir. Bi saya wê me bi hev re kombûnek ava kir. Ger bi peyvekê behsa tembûrê bikim; Tiştê ku di vî gundî de em xwedî ne û kes nikare ji destê me bigre ye.”

Şoreşek ku bi destê keçên gund re hatiye

Komek keçên ku bi temamî di avabûnek kevneşop de hatin ba hev, li enstrumanê bixin, wek seknek li hember pîvanên ku mêran ferz kirî tê qebûlkirin e. Hatina keçan a ba hev û bi hev re ji derveyî karê zarok û malan fêrî tiştên din bibin, dibe ku bibe destpêkek ji bo guherînên hê mezintir.

Guherîn, bi yê ji derve tê destpê dike

Aktivîsta civakî Cemîle Moşirzade wiha dibêje: “Di nava salan de dema ez li herêmên cûda dixebitîm min ev tişt ferq kir; gelek guherîn ancax bi faktorek derveyî destpê bike. Mirov ji guherînên xwe û nêzî xwe ditirsin. Hatina keçek a ji bo gund û lêdana tembûrê, şikestina qedexeyek e. Bi saya wê bandora derve, gelê herêmê bi tirsek hê kêmtir dikare wê guherînê bişopîne. Ger Sahar yekem kesa ku perwerdeya tembûrê bide bûya, ji ber zexta civakê wê ji zû de dest jê berdaba. Lê belê ger yek ji derve were qedexeyê bişkîne, ji bo kesên din jî rêyek vedibe. Potansiyela jinan a di xebatên civakî  û guherîna gelek pîvanên jiyanê de heye.”

Jin, azadî û daxwaza heta dawî ya rizgariyê ye

Di xwezaya mirov de daxwaza ber bi azadiyê ve çûyîn heye. Ji bo jinan ev daxwaz zêdetir bû. Ji ber ku hemû pîvanên ku mêrsalarî rêk û pêk kiriye, destpêkê berjewendiyên mêran şopandiye. Biryardayîna Sahar ku ji jinek din bandor dibe û fêrî tembûrê bibe û piştre vêya fêrî hinekên din bike, ev awayek yê xwestina rizgarbûnê ye. Ev xebat hinek caran ji bo wan hîsa wek wê neyî û hebûna nasnameyek daye qezenckirin e.

Şoreşek di 50 saliyî de

Mamosteya tembûrê Elahe Moşir diyar kir ku jinên 50 salî jî berê xwe dane fêrbûna tembûrê û wiha got: “Ger em jinên ciwan bidin aliyek, gelek jinên temenê wan 40 salî zêdetir dixwazin fêrî tembûrê bibin. Ev jin heta roja îro beşdarî tu xebatan nebûne. Bi saya muzîkê êdî ji nasnameya jina malan derketine, nasnameyek nû qezenc dikin. Li Kirmanşah û derdora wê tembûr pîroz tê dîtin. Ev pîrozî wisa dike ku jin bêyî zextekê bi rihetî dikare li tembûrê bide. Heta hinek jê ji bajarên cûda dikarin beşdarî mîhrîcanan bibin. Jinên ku di pêşbaziyan de xelat girtine û di medyayê de behsa wan dikin heye. Temburlêdana jinek 50 salî, bi rastî di asta şoreşê de ye.”

Tembûr dengvedana dengê ku hatiye tepisandin e

Tevî hemû zextên mêrsalarî, jin dê di dawiyê de rêyekê bibînin û vê rekûpêkiyê pirsyarî bikin. Li Kirmanşahê tembûr lêdana jinan, serhildanek li dijî pîvanên ku mêr berê xêz kirî ye. Tiştê ku vê jinê ber bi tembûrê ve biriye, tenê dengek hatiye tepisandin e, bi têlên temburê dîsa dengvedan û vegera strana azadiyê ye.