Şerê li dijî jiyana rojane

Eger di nav kêmtirî mehekê de 93 hezar yekîneyên sivîl, bi sedan dibistan û nexweşxane hatibin wêrankirin û qanûn û pîvanên mafên mirovan li hemberî zorê hatibin paşguhkirin, gelo em dikarin vê yekê wek "qeza" bi nav bikin?

PIRŞENG DAWLATYARÎ

Navenda Nûçeyan – Di şerê vê serdema nûjen de, hilweşîna serweriya hiqûqê ne ji ber nebûna metnên qanûnî ye, ji ber bêbandoriya wan a li hemberî rastiyên îstatîstîkî ye. Dema ku 93 hezar û 233 yekîneyên sivîl, di nav de 71 hezar û 547 yekîneyên niştecîh û 20 hezar û 779 yekîneyên bazirganî, di nav kêmtirî mehekê de zirarê dibînin, hiqûq êdî xalek referansê ya girêdayî namîne û dibe hêmana herî paşguhkirî li qada şer. Di rewşên wiha de hejmar ne tenê rapor in; ew nîşan didin ka "standarda qanûnî" çawa li ber "mantiqa hêzê" paşve diçe.

Ev hejmar valahiya di navbera îdiaya parastina sivîlan û rastiya li ser erdê de eşkere dikin. Ev valahî êdî ne tesadufî ye û ne jî îstîsna ye, bûye pergal û tam di vir de qanûn dihele û dibe zimanek tundiyê rewa dike li şûna ku wê sînordar bike.

Amarên ku hatine pêşkêşkirin, tevî wêrankirina nêzî 300 navendên tendirustiyê, 600 dibistan, 17 navendên alîkariyê û bi dehan ambulans û alavên girîng, encama şer nîşan didin. Ev asta wêrankirinê nikare weke "zirara alîgir" were ravekirin lê divê wek nîşaneya "normalîzebûna hedefgirtina binesaziya sivîl" were hesibandin.

Dema ku 31 hezar yekîne li bajarekî zirarê dibînin, ev yek şêweyekî sîstematîk nîşan dide. Di şêweyekî wisa de, tevahiya bajar dibe qada şer. Li vir, prensîba cudakirinê ji prensîbeke girêdayî vediguhere têgeheke vekirî ji bo şîrovekirinê. Ev prensîb îhtîmala cudakirina di navbera hedefên leşkerî û sivîl de pêşbînî dike lê dema ku bi deh hezaran xanî û bi sedan dibistan û nexweşxane di navnîşana ziraran de cih digrin, pirsek derdikeve holê: Gelo em şahidên binpêkirina qanûnan an guhertineke di pênaseya wê de ne? Rastî ev e ku qanûn bi riya têgehên wekî "hedefên du-armanc" hatiye berfirehkirin da ku vê pîvana wêrankirinê bigre nava xwe.

Têgeha rêjeyîbûnê li ber van hejmaran wateya xwe winda dike. Çawa dikare wêrankirina nêzî 100 hezar yekîneyan û bi sedan cihên binesaziyê yên girîng di bin navê rêjeyîbûnê de were rewakirin? Bersiv di nebûna mekanîzmayên çavdêriyê yên zelal de ye ku rêjeyîbûn dibe amûrek şîrovekirinê ku ji hêla kesên bihêz ve tê bikar anîn. Ji ber vê tiştê ku wekî "rêjeyî" tê hesibandin ne bi pîvanên mirovî lê bi armancên leşkerî ve tê destnîşankirin.

Ji aliyê civakî ve bandorên şer

Ji aliyê civakî ve, wêrankirina dibistanan perwerdeya bi hezaran zarok û ciwanan asteng dike, dibe sedema zêdebûna rêjeyên devjêberdana dibistanê, kûrkirina newekheviyên perwerdeyê û afirandina nifşeke bi derfetên sînorkirî. Bi heman awayî, zirara li navendên tenduristiyê gihîştina xizmetên tenduristiyê kêm dike, rêjeyên mirinê zêde dike û pergala tenduristiyê ya giştî qels dike.

Bandora şer a li ser qada aborî

Ji aliyê aborî ve, hilweşandina bi hezaran karsaziyan tê wateya hilweşîna beşek girîng a aboriya herêmî. Ev karsazî pir caran karsaziyên piçûk û navîn (SME) ne ku di kar û çerxa aborî de roleke girîng dilîzin. Hilweşîna wan dibe sedema zêdebûna bêkariyê, kêmbûna dahata malbatan û kûrtirbûna xizaniyê. Di şert û mercên wiha de, ji nû ve avakirina aborî dijwar û newekhev dibe û aktorên herî bihêz beşek nehevseng ji çavkaniyan desteser dikin.

Bi hedefgirtina binesaziyê têgeha ewlehiyê bêwate dibe

Ji aliyê psîkolojîk ve, ev hejmar ezmûnek berbelav a "bêewlehiya mutleq" temsîl dikin. Dema ku mal (71 hezar yekîne), cihên kar (zêdetirî 20 hezar yekîne) û qadên giştî yên wekî nexweşxane û dibistanan têne hilweşandin, têgeha ewlehiyê bi tevahî hildiweşe, dibe sedema fikarên kronîk, bêbaweriya avahîsazî û hilweşîna sermayeya civakî.

Têgeha "pêdiviya leşkerî" jî tê pirsîn. Gelo ev pîvana wêrankirina binesaziya sivîl dikare di vê çarçovê de were rewakirin? An jî ev têgeh heta wê astê hatiye berfirehkirin ku ew di pratîkê de her cure tundiyê rewa dike?

Ev asta wêrankirinê civakê dixe rewşek "sekinandina avahîsaziyê." Bi hezaran malbatên ku malên xwe winda kirine ne tenê bi koçberiyê re rûbirû ne, di heman demê de bi windakirina torên xwe yên civakî û aborî re jî rûbirû ne. Ev dibe sedema pêlên koçberiya navxweyî, zextê li ser xizmetên civakî û zêdebûna newekheviyê.

Ev rawestandin dibe rewşeke mayînde. Civatek ku binesaziya wê ya girîng ji dibistan û nexweşxaneyan bigire heya bazarên cîhanê zirar dîtiye, nikare zû vegere rewşa xwe ya normal, ev yek hevgirtina civakî qels dike û baweriya bi saziyên herêmî û navneteweyî kêm dike. Di vê çarçoveyê de, qanûna navneteweyî her ku diçe dibe çarçoveyek sembolîk. Hebûna wê nayê înkarkirin, lê bandora wê dibe gumanbar. Amar li vir roleke girîng dilîzin, nîşan didin ku valahiya di navbera qanûn û rastiyê de ne tenê heye, lê her ku diçe berfireh dibe.

Ji îstatîstîkên bêalî ber bi zimanê hêzê ve

Ew tiştê ku di nihêrîna pêşîn de wek "hejmar" xuya dike ji bi hezaran yekîneyên sivîl bigire heya bi sedan dibistan û navendên tenduristiyê di rastiyê de îfadeya herî komkirî ya pergalek siyasî ye. Di şer de, hejmar ne tenê wêraniyê dihejmêrin; ew wê di çarçoveyekê de ji nû ve diçînin ku dikare di heman demê de eşkere bike û veşêre. Ji ber vê ev hejmar nikarin wek bêalî werin xwendin; ew an dibin amûrek ji bo "rêvebirina karesatan" an jî dibin amûrek ji bo "siyasîkirina rastiyê".      

Di nava şer de bîlançoya heyî asta bûyerê derbas kiriye

Di nav kêmtirî mehekê de, hejmara ji asta "bûyerekê" derbas bûye, veguheriye nîşaneya qalibeke pergalê. Dema ku bi sedan dibistan û navendên tenduristiyê ku divê di her pergala hiqûqî ya nûjen de di nava yên herî parastî de bin dibin hedef de ew êdî ne tenê "xeletiyek şer" an "encamek nexwestî" ye divê wekî pêvajoyek ji nû ve pênasekirina qaîdeyên şer û jêbirina cudahiya di navbera sivîl û leşkerî de were fêmkirin. Li vir, hejmar ji me re dibêjin ku qanûn ne tenê hatine binpêkirin, hêdî hêdî ji naveroka xwe hatine valakirin.

Xetereya rastîn ne di mezinahiya van hejmaran de ye di potansiyela wan a normalîzekirinê de ye. Hejmar çiqas zêdetir bin, hişmendiya kolektîf ewqas bêhtir bi wan wekî paşxaneyek tenê fêr dibe. Li şûna ku 93 hezar yekîneyên wêrankirî, bibin 93 hezar çîrokên mirovan, ew dibin "nîşanderek" ku di rapor û analîzan de dubare dibin û di dawiyê de wekî statîstîkek bê ruh di bîra dîrokî de cih digre. Ev ew kêlî ye ku karesatek ji pirsgirêkek exlaqî vediguhere xalek daneyên statîstîkî yên tenê.

Di vê pêvajoyê de, hêza siyasî hejmaran ji bo birêvebirina têgihîştinê bi kar tîne. Ew dikarin bi awayekî werin pêşkêş kirin ku pîvana karesatê kêm bike an jî wê rewa bike. Bi vî rengî, hejmar ji delîlên sûcdariyê vediguherin amûrek ji bo avakirina vegotinê ku "siyaseta hejmaran" li şûna "exlaqa êşê" digire.

Lê ev hejmar dikarin roleke berevajî jî bilîzin. Ger ew ji çavdêriya pasîf a sade derkevin û bi rexneyî ji nû ve werin nirxandin, ew dibin "delîlên siyasî". Pirsa girîng ev e: gelo ev hejmar bi tenê di raporên burokrasiyê de dimînin, an jî dibin amûrên ji bo xwestina hesabpirsînê?

Ji nû ve avakirin an jî hilberandin?

Di nebûna hesabpirsînê de, her projeyek ji nû ve avakirinê bê guman dê heman sîstema ku bûye sedema wêrankirinê ji nû ve hilberîne. Ji nû ve avakirin bêyî edaletê tenê tamîrkirinek rûkalî ya avahiyek şikestî ye. Di vê rewşê de, îstatîstîk ji amûrên guhertinê vediguherin pêvekên teknîkî yên çerxek dubarekirî: wêrankirin, belgekirina dîjîtal, ji nû ve avakirin û dûv re wêrankirinek din.

Pirsa bingehîn ev e: Gelo ev hejmar bi pêvajoyên qanûnî, lêpirsînên serbixwe û mekanîzmayên hesabdayînê ve girêdayî ne? Ger ne wisa be, tiştê ku dimîne "aboriya wêrankirinê" ye, ku tê de hem wêrankirin û hem jî ji nû ve avakirin xizmeta domandina pergala heyî dikin.

Di dawiyê de, pirsgirêk ne asta wêrankirinê ye, lê belê normalîzekirina wê ye. Dema ku wêrankirina binesaziya sivîl dibe bûyerek dubarekirî bêyî encamên wê, ew hêdî hêdî vediguhere qaîdeyek nenivîsandî. Di wê gavê de, hejmar êdî hişyarî nînin û dibin zimanê standard ji bo danasîna cîhanê.

Di cîhaneke wiha de, xeta di navbera îstîsna û qaîdeyê de hildiweşe. Tiştê ku berê jê re "karesat" digotin dibe "rûtîn" û hejmar li şûna ku me rawestînin dibin amûrek ji bo ku em xwe biguncînin vê rastiyê. Xetere li vir ne tenê di berdewamiya tundiyê de ye, lê di heman demê de di windakirina şiyana me ya bi navkirina tundiyê de jî heye.

Ji ber vê ev kesayet li ser xaçerêyek dîrokî radiwestin: ew ê an bibin arşîveke bêdeng a êşê, yan jî bibin zimanek daxwazan ku dikarin pergalên qanûnî û siyasî bixin ber pirsê. Pirsa dawîn ne ew e ku çend yekîne hatine wêrankirin, lê gelo ev wêrankirin dê bê ceza bimîne û ger wisa be, dê li ser xirbeyên wê çi cure cîhanek were avakirin?