‘Têkoşîna Nagîhan Akarsel riya jinan ronî kir’

Navê Nagîhan Akarsel bûye semboleke berxwedan û fedakariyê ji bo mafên jinan û azadiyê. Karên wê ranewestiyan; heval û jinên têkoşer bi xebatên xwe têkoşîna Nagîhan û Jineolojiyê didomînin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Îro 4’ê Cotmeha 2025’an e, em Nagîhan Akarsel ku mîna “Heval Zîlan” dihat naskirin, bi bîr tînin. Ew heta nefesa xwe ya dawî ji bo jinan xebitî. Bi aqil û hestên xwe têgihîşt ku Jineolojî bi civakê re geş dibe. Di her waneyekê de li Fakulteya Jineolojiyê ya li Efrîn û Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, di lêkolînên sosyolojîk ên li Şengalê de, ji bo ronîkirina jinan xebitî. Bi çîrokên ku ji dayîkan û jinên ciwan digirt, gaveke din ber bi heqîqetê ve avêt. Dema ku li Rojavayê şervanên azadiyê li ser jineolojiyê perwerde dikir, bi nêrîneke bi ken û hêvî, wate û hêviyê belav dikir. Bi vî awayî, bû dilopeke şoreşa jinan.

Lêkolîn û xeyala pirtûkxaneya Jinan

Dema em li ser jineolojiyê, nivîsandina dîroka têkoşîn û êşa jinan û xeyala wê ya pirtûkxaneya jinên Kurd pirsan dikin, Bêgêrd Azad a rojnamevan, behsa têkiliya xwe ya bi şehîd Nagîhan re dike, ku di sala 2020’yan de li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye. Ew mîna yek ji keçên ciwan ên ku ji perwerdeya Heval Zîlan sûd wergirtine, behsa çend xalên girîng dike.

‘Perwerdeya Şehîd Nagîhan dikare bibe ronîkera karên min’

Bêgêrd Azad diyar kir ku Nagîhan Akarsel ku wek Şehîd Zîlan tê naskirin, di sala 2022’yan de bi destê xiyanetê hat şehîdkirin, lê perwerdeya wê ya li ser zanista Jineolojiyê bandoreke mezin li ser jinên ciwan kiriye. Bêgêrd got: “Di sala 2020’an de wek xwendekareke Şehîd Zîlan, di perwerdeyeke jineolojiyê de, ligel komeke jinên ciwan, şansê min çêbû ku wê bibînim û pê re gotûbêj bikim. Her têkiliyek bi Şehîd Zîlan re bixwe perwerdeyek bû. Ew jineke tijî zanist û zanyarî bû. Her çalakî û perwerdeyeke wê mîna dîtina komeke zanist û zanyariyan bû. Hebûna Şehîd Zîlan ji bo jinên Başûrê Kurdistanê wekî pirtûkxaneyekê bû. Ji bo min şanaziyeke mezin e ku wekî xwendekareke vê zanista Jineolojiyê, xwe bi vê rastiyê perwerde bikim. Ev perwerde ji bo min serkeftineke girîng e, ku her dem di zîhniyeta min de dimîne. Di hemû karên min de, perwerdeya Şehîd Nagîhan dikare bibe ronîkera karên min. Wek rojnamevaneke azad, zanista jineolojiyê û perwerdeya Şehîd Zîlan di karên min de reng daye.”

‘Li Başûr roleke girîng di gîhandina Jineolojiyê de leyîst’

Bêgêrd Azad, di dawiya axaftina xwe de, got: “Şehîd Zîlan li Başûrê Kurdistanê roleke girîng di gihandina zanista Jineolojiyê bo jinan de lîst. Vekirina pirtûkxaneyeke ji bo jinên Kurd xeyala wê ya sereke bû. Di dema têkiliyên me û gotûbêjan de, her tim behsa vekirina pirtûkxaneyeke ji bo jinan dikir. Rast e, Şehîd Nagîhan hate şehîdkirin û xeyala xwe bi çavên xwe nedît, lê jinên li Başûrê Kurdistanê bûn dirêjkerên rê û rêbaza wê. Bi vekirina navenda arşîv, lêkolîn û pirtûkxaneya jinên Kurd, wan xeyala Nagîhan Akarsel domand. Têkoşîna zanista Jineolojiyê li seranserê cîhanê reng daye, lê armanca Şehîd Zîlan gihandina Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê bû. Şehîd Zîlan dîroka bi sedan jinên Kurd nivîsî û bi jinên Kurd parast, da ku bi rêya arşîvkirinê bêne parastin. Piştî avakirina vê pirtûkxaneyê, dema jin tên vir ji bo wergirtina zanyariyan, ev destkeftiya karê Şehîd Nagîhan Akarsel e, ku karîbû jin xwedî pirtûkxaneyekê bike û bi zanistekê xwe perwerde bikin. Her wiha, em jinên rojnamevan divê bi rêya karê rojnamevaniyê, domdarên têkoşîna Şehîd Nagîhan û zanista jineolojiyê bin.”