NY: Polîtîkayên heyî yên avhewayê nikarin gerstêrkê xilas bikin
Emîsyonên gaza serayê yên cîhanî gihîştine asta rekorê û li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, germahiya Erdê heta dawiya sedsalê dibe ku 2,6 heta 2,8 pileyên Celsius zêde bibe.
Navenda Nûçeyan – Emîsyonên gaza serayê yên cîhanî di serdema me ya niha de yek ji mezintirîn pirsgirêkên jîngehê ne. Ev gaz dibin sedema bilezkirina germbûna cîhanê û guherîna avhewayê ku ekosîstem û aramiya jiyana mirovahiyê dixe xeterê û welatan neçar dike hewldanên xwe ji bo veguherîna enerjiyê ya paqij zêde bikin.
Li gorî rapora "Valahiya Emîsyonan" a Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ku hatiye weşandin, emîsyonên gaza serayê yên cîhanî di sala 2025'an de di astên rekorê de man. Rapor hişyarî da ku gerstêrka Erdê di xetera germbûna navînî ya 2,6 heta 2,8 pileyên Celsius de ye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser giraniya rewşê û diyar kir ku plan û polîtîkayên neteweyî yên heyî yên avhewayê bi awayekî cidî ji asta pêwîst dûr in û ji bo sînordarkirina vê germbûna xeternak a cîhanî ne bes in.
Tê texmînkirin ku germbûna cîhanê zêdetir be
Raporê nîşan da ku tê pêşbînîkirin germbûna cîhanê ji texmînên berê zêdetir be. Di senaryoya herî xweşbîn de jî tê payîn ku germahiya navîn heta nîvê sedsalê ji asta beriya Şoreşa Pîşesaziyê 1,7 heta 1,8 pileyên Celsius zêde bibe. Tevî ku enerjiya nûjenbar bi lez belav dibe û gelek welat polîtîkayên kêmkirina emîsyonan pêk tînin, rapor destnîşan kir ku ji bo bidestxistina encamên herî baş, kêmkirinên lezgîn û tund pêwîst in.
Li gorî rapora Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî divê emîsyonên gazên sedemkar ên germbûna cîhanê heta sala 2030'an ji asta sala 2025'an ji sedî 18, heta sala 2035'an ji sedî 45 û heta sala 2040'an ji sedî 69 bên kêmkirin. Lê planên neteweyî yên heyî tenê kêmkirina ji 5 heta ji sedî 8 heta sala 2030'an û ji 11 heta ji sedî 15 heta sala 2035'an hedef digrin.
Rapor destnîşan kir ku ger polîtîkayên heyî bidomînin, germahiya cîhanê heta sala 2100'î dikare 2,8 pileyên Celsius zêde bibe. Lê ger welat hemû peymanên xwe yên heyî yên avhewayê bi tevahî pêk bînin, ev pêşbînî dikare bikeve 2,6 pileyan.
NY banga hewldanên kêmkirina emîsyonan didomîne
Di çarçoveya amadekariyên ji bo Konferansa 31'emîn a Alîgirên Peymana Guherîna Avhewayê (COP31) ku dê li Tirkiyeyê bê lidarxistin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li civaka navneteweyî kir ku hewldanên kêmkirina emîsyonan bidomîne. Her wiha tekez kir ku ev emîsyon rasterast di zêdekirina şewatên daristanan, lehiyê û karesatên din ên wêranker ên jîngehê de rol dilîzin.
Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya dawî de qebûl kir ku êdî sînordarkirina germbûna cîhanê di asta 1,5 pileyên Celsius de, bêyî ku ev sînor were derbaskirin, ne gengaz xuya dike. Lê rapor riyeke nû pêşkêş kir ku li ser 'Derbasbûna herî kêm a sînorê 1,5 pileyan' ava dibe. Li gorî raporê îhtîmala vegerandina germahiya cîhanê bo asta 1,5 pileyan an jê kêmtir heta sala 2100'î ji sedî 50 be.
Planên avhewayê tu guhertineke berbiçav çênekirine
Raporê eşkere kir ku planên avhewayê yên ku welatan ji sala borî ve pêşkêş kirine, di pêşbîniyên pêşerojê yên germbûna cîhanê de tu guhertineke berbiçav çênekirine. Di raporê de hat tekezkirin ku serkeftina di kêmkirina germahiyê û vegerandina wê bo asta 1,5 pileyan de bi tevahî girêdayî pêvajoyên rakirin û girtina karbonê di pîvaneke mezin de ye. Lê pisporan hişyarî dan ku ev rêbaz hê jî bi asteke bilind a guman û nediyariyê re rûbirû ye.