‘Tekane armanca namzetên jin bidestxistina mafê zagonî ya jinan e’

Mamosteya beşa yasayî ya zanîngeha Silêmanî Rûbar Mecîd dibêje: “Jinên Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber zagonên dijî jinan êşê dikşînin. Ji ber wê divê namzetên jin li parlamentoya Iraqê ji bo bidestxistina mafê jinan bixebitin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Biryara roja 11’ê Mijdara îsal hilbijartina dema şeşemîn a parlamentoya Iraqê bên kirin. Li seranserî Iraq û herêma Kurdistanê 31 hevpeymanî, 38 partiyên siyasî, 23 namzedên serbixwe û 53 namzedên pêkhateyan xwe tomar kirine. Li gorî hejmaran herî zêde namzedên jin li Bexdayê, herî kêm jî namzedên jin ên Dihokê ne. Her wiha parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê 320 kursî bi giştî û 9 kursiyên din jî kota ne.

Pêşbazî ji bo zêdetirina kursiyan di navbera partiyan de tê kirin û jin jî bi pergala ji sedî 25 kotayê diçin parlamentoyê. Tevî rêjeya kêm a jinên Kurd ji bo parlamentoya Iraqê, bi riya pergala kota beşdarî parlamentoya Iraqê dibin. Hebûna pergala kotayê nerazîbûneke din a jinan e. Dibe sedemê cudakariya di navbera namzedên jin û mêr de. Her wiha dibe sedema lawaz karkirina li ser bidestxistina mafên jinan li parlamentoya Iraqê. Ji ber wê divê jin bi riya amadekiriyên xwe ji bo hilbijartina dema şeşemîn a Parlamentoya Iraqê, bibin deng û rengê jinan. Bi riya guherîna zagonan herêma Kurdistan û Iraqê bike landikek aram ji bo jinan. Her wiha parlamenterên jin di parlmentoyê de ji bo nehiştina pergala kotayê bixebitin.

‘Divê jinên çalak û bi bandor biçin parlamentoyê’

Mamosteya beşa yasa ya zanîngeha Silêmanî Rûbar Mecîd diyar kir ku amadekirina jinan ji bo namzedî û çûyîna parlamentoyê, mafên siyasîne, di destûr û zagonên navneteweyî de hatiye diyarkirin û wiha got: “Mafê jinan ê bijartin û hilbijartinê heye ku bi riya dengan biçin parlamentoyê. Divê jinên çalak û bi bandor biçin parlamentoyê, da ku bikaribin xizmetê ji civak û jinan re bikin. Erk û berpirsyariyên girîng dikevin ser jinên ku biçin parlamentoyê. Bi riya dengê jinan jinên namzed, ji bo parastina mafên jinan û gelên xwe diçin parlamentoya Iraqê. Ji bo ku ji bo guherînên girîng di zagonên parlamentoyê de bixebitin. Divê herî zêde jinên yasayî biçin parlamentoyê. Wekî tê dîtin, bi rêjeyek kêm jin li herêmê namzed in. Sedema wê jî ji ber diyarkirina rêjeya kêm Kurdan li parlamentoya Iraqê ye. Hejmara Şîa û Suniyan li parlamentoya Iraqê zêdetir e, sedema kêmbûna rêjaye jinên namzed ji bo parlamentoya Iraqê, ji ber kêmkirina rêjeya kursiyên namzedên Kurdan e.”

‘Feraseta kevneperest dixwaze rola jinan tune bike’

Rûbar Mecîd wiha got: “Zagon li Iraqê li dijî jinan e bi feraseta kevneperest hewl da rola jinan tune bike û di zagonên parlamentoyê de bi cih bike. Jinên Iraqê û herêma Kurdistanê ji ber zagonên parlamentoyê yên li dijî jinan êşê dikşînin. Divê namzedên Kurd û bi taybetî jinên namzed di parlamentoya Iraqê de xwedî rola berçav bin ji bo guherînên girîng di zagonên parlamentoyê de û ji bo bidestxistina mafên jinan hewl bidin. Ew guherînên girîng piştî sala 1991’ê li herêma Kurdistanê rû da. Lê belê li Iraqê jin ji ber dibin pergala kevneperest ê mêr de ne, li pişt navê Zagona Rewşa Kesane de li Iraqê, jin zêdetir rastî tundî û kevneperestiyê hatin. Ji ber wê erka namzedên jin li parlamentoya Iraqê di guherînên girîng di zagonên li dijî jinan de zexta zagonî çêbikin, da ku ew zagonên mafên jinan tê de tê parastin, werin bicihkirin.”

‘Hebûna pergala kotayê ziyana herî mezin dide jinan’

Rûbar Mecîd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku rêjeya kêm a namzedên jin, ji ber hebûna pergala kotayê li parlamentoyê ye û wiha got: “Pergala kotayê di salên destpêka beşdarkirina jinan li parlamentoyê de destkeftiyek girîng a jinan bû. Rê nade jinan ku di qada siyasî de rola wan hebe. Ji ber wê pergala kotayê anîn. Niha hebûna pergala kotayê ziyana herî mezin li parlamentoyê dide jinên namzed. Pergala kotayê tenê ji bo jinan e. Cudakariyeke din di nava parlamenterên jin û mêr de ye. Li vir civak û feraseta mêrsalarî bi kêmî hêza jinan dibîne. Bi riya pergala kotayê karê jinan di çarçoveyek teng de tê hiştin. Ji ber wê divê jin di aliyê zagonê de hişyar bin da ku bikaribin li parlamentoyê bi zagonan mafên jinan bi dest bixin. Divê jin bi xwe hewl bidin ji bo başkirina vê rewşê bidin. Her wiha ji bo guherîna di hebûna pergala kotayê de karekî girîng pêwist e. Tevî çûyîna jinan a parlamentoyê, parastin û daxwaza mafên jinan, ji ber hebûna pergala kotayê li pêşiya destkeftiyên baş ji bo jinan die asteng. Destpêka hewldana ji bo nemana pergala kotayê û vegerandina mafên jinan li parlamentoya Iraqê destpê dike.”